• Dewleta Tirk, dewleteke NATO’yê ye. Dema ku şerê Ûkrayna û Rûsyayê rû da, dewleta Tirk dît ku dewletên Emerîka û Ewrûpayê li dijî Rûsya disekinin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, li dijî PKK'ê û gelê Kurd biryarên nû hatine wergirtin û got, polîtîkaya qirkirinê ya Erdogan di vê civînê de hatiye erêkirin.

Bayik li ser mijarê ji ANF´ê re got,  “Dewleta Tirk, dewleteke NATO’yê ye. Dema ku şerê Ûkrayna û Rûsyayê rû da, dewleta Tirk dît ku dewletên Emerîka û Ewrûpayê li dijî Rûsya disekinin. Bi xwe jî endamekî NATO’yê ye, wisa hesab kir ku heger pêngavekê li Rojava biavêje wê NATO, Emerîka û Ewrûpa li dijî wê nesekinin, hesab kir ku wê çavê xwe bigrin û alîkariyê bidinê. Dîsa dît ku Emerîka, Ewrûpa û NATO li dijî Rûsyayê enî çêkirine, Rûsya pirr tengav bûye û xwest ji vê jî sûdê wergire. 

NATO ji destpêka vê tevgerê ve alîkariya dewleta Tirk dike. Çawa ku destpêkê tevgera me bi pêş diket, gelê Kurd şiyar dikir. Sîstema modernîteya kapîtalîst, pirsgirêka Kurd derxist holê. Yê ku li ser Kurdan siyaseta tinekirinê meşand û hêla ku Tirkiye li ser Kurdan peymana Lozanê bi rêve bibe sîstema modernîteya kapîtalîst e. Yê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me komploya navneteweyî kir, dîsan sîstema modernîteya kapîtalîst, saziyên wê û NATO ye. Li Madrîdê civîna NATO’yê çêbû, di wê civînê de li dijî tevgera me û li dijî gelê Kurd û Rojava biryar derxistin. Erdogan eşkere got, ‘Divê her kes siyaseta ku ez dimeşînin, qebûl bike, heger qebûl kirin, ez ê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê qebûl bikim’. Madrîdê qebûl kir ku Swêd û Fînlandiya bikeve NATO’yê. Yanî Madrîdê siyaseta Erdogan li dijî PKK’ê û gelê Kurd dimeşîne qebûl kirine. Niha siyaseta ku Erdogan li dijî PKK’ê dimeşîne tasfiyeyê, li dijî gelê Kurd qirkirin e û li dijî gelê herêmê jî siyaseta Osmaniya nû û ya îtîhat terakî ye. Ew îtifaqa ku li Lozan pêş xistî, di roja me de zindî kirin. Vê civînê rastiya Emerîka, Ewrûpa û Natoyê derxist holê. Çiqas du rû ne, çiqas berjewendiyên xwe esas digrin, çiqas gelan û mirovahiyê dixapînin; ha ev derket holê.”

Nikarin gelê Kurd bixapînin

Ji bo xwedostnîşandana hin dewletên tifaqê jî Bayik dibêje, “Wê demê çawa dostên Rojava ne? Vane hemû xapandin in. Heger bi rastî jî li dijî DAIŞ’ê bûna, ma kê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn kir, nirxên mirovan parastin, berdêlên giran dan? Ev yek diyar e: Kurd û PKK’a wan.

Divê ji vê re hurmetê nîşan bidin, lê siyaseta Tirkiye dibînin û wê qebûl dikin. Gelê me vê dibîne, êdî kes nikare gelê Kurd bixapîne, kes nikare li ser gelê Kurd siyasetên komkujiyan bimeşîne û berjewendiyên xwe ferz bike. Ew dem xilas bûye, êdî gelê Kurd şiyar e. Ji bo wê jî kes nikare pêşengê gelê Kurd û PKK’ê, Rêber Apo teslîm bigire. Dewleta Tirk çi dike bila bike, yê ku hevkariya wan dikin çi dikin bila bikin, nikarin gelê Kurd, PKK’ê û Rêber Apo teslîm bigirin. Gelê Kurd xizmetek mezin ji bo wan kir, ew deyndarê gelê Kurd in, pêwîst e deynê xwe bidin. 

ANF/BEHDÎNAN