Bila biryara firîna qedexe nû bibe

Duşem 21 Mijdar 2022 - 00:32

BOTAN GERMIYANÎ/ROJNEWS

 

Lêkoler Aram Hacî der barê biryara herêma li firînê qedexekirî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Herêma Kurdistanê axivî. Aram Hacî got; “Îro ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye. Rojane serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê tê binpêkirin, Konseya Ewlekariyê dikare biryareke din ya bi heman awayî bide.”

Di ser biryara sala 1991’ê re 31 sal derbas bûne, lê rojane serweriya Iraqê tê binpêkirin. Bi taybetî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Îranê, rasterrast êrişî xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin.

Aram Hacî diyar kir ku biryara hejmara 688 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, weke biryara piştî nivîsandina destûra Iraqa Federal e. Aram da zanîn ku demeke kêm maye ku ev biryar bi dawî bibe, ji ber ku ji bo qonaxekê diyarkirî bû û wiha pêde çû; “Lê taybetmendî û desthilata Konseya Ewlekariyê ya ji bo vê mijarê, weke xwe ye, yanî ev biryar nayê hilweşandin. Heger di dema xwe de ev biryar tenê ji bo Hikûmeta Iraqê hatibe derxistin, îro ji aliyê dewleta Tirk û Îranê ve metirsî li ser Herêma Kurdistanê heye. Rojane serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê tê binpêkirin, Konseya Ewlekariyê dikare biryareke din a bi heman awayî derxe.”

 

PDK asteng e

Aram Hacî herî dawî jî got; “Tevlêbûna Hikûmeta Herêmê ya bi hêzên herêmî bûye sedem ku ev gav neyê avêtin. Wek mînak, tevlîbûna PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re wisan nîşan dide ku roleke bi vî awayî ji PDK’ê nayê hêvîkirin. Mijara binpêkirina serweriya Iraq û dagirkeriya welatan mijareke cidî ye. Divê ji bo vê mekanîzmayeke cidî were danîn û biryarek dijî firînê were derxistin”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.