Bila bibe boneya yekîtiya Kurdan
Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:21
- DBP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kerkûkê şermezar kirin û bang kir û got; ''DAIŞ dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake. PDK divê berê çekên xwe ji ser PKK’ê biguherîne û bide ser DAIŞ’ê. Divê êdî guh bide gelê Kurdistanê.''
DBP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kerkûkê şermezar kirin û bang kir û got; ''DAIŞ dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake. PDK divê berê çekên xwe ji ser PKK’ê biguherîne û bide ser DAIŞ’ê. Divê êdî guh bide gelê Kurdistanê.''
Di van rojên dawiyê de 22 pêşmerge û 3 welatî di encama êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdistanê de li Germiyan, Mexmûr û Kerkûkê şehîd bûn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) peyama sersaxiyê ji bo gelê Başûr weşand û bangên girîng li hêzên Kurd ên Başûr kirin.
BDP’ê got, “Hêzên tarîyê yên weke DAIŞ’ê bi taybetî Tirkiye hêza xwe ji netewe dewletên Rojhilata Navîn digirin. Kirinên Tirkiye li seranserê Kurdistanê têkbirina Kurdan e. Tirkiye dixwaze destketiyên Kurdan li dijî hêzên Kurd bi kar bîne. Bi van polîtîkayên qirêj dixwaze şerê navxweyî li ser Kurdan ferz bike. Li Başûrê Kurdistanê; gel, rewşenbîr û hêzên welatparêz bûyer û polîtîkayên qirêj dibînin û nerazîbûnê nîşan didin û PDK’ê hişyar dikin.
Em bang dikin û hişyar dikin û dibêjin, dem dema yekitiyê ye. PDK bila guh bide gelê Kurdistanê. Tinekirina her hêza Kurd, tinebûna Kurdan e. Dijminê Kurdan naxwazin yekitiya gelê Kurd çêbe. Divê ev bê fêmkirin. Plana yekemîn; dixwazin hêzên Kurd ên DAIŞ têk birine, bi rêya şerê navxweyî têk bibin.
Çekên ku divê li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn, niha ji bo şerê navxweyî tên bikaranîn. Di dîroka Kurdan de cerebeyên mezin hene. Bila cerebeya “ŞÎV Û PAŞÎV!” baş bên fêmkirin.
Demildest hêzên Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Hebûn û xwebûna gelê Kurd di kongreya neteweyî de veşartî ye. Em dibêjin, dem dema yekîtî û azadiyê ye. Em van êrîşên qirêj û hovane yên DAIŞ’ê li dijî Kurdan şermezar dikin. Serê gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd sax be.''
AMED