OMER IBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Ji Rêvebera OHD’ê Nagîhen Avçîle anî zimên wan ji baroyan xwestine ku derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê ya Tirk bidin û got,’’Tecrîd wê tim di rojeva me de be.’’
Ji rêveberên OHD'ê Nagehan Avçîlê diyar kir ji baroyan xwestine ku der barê tecrîda Îmraliyê de serî li Wezareta Dadê bidin û got, "Wê tecrîd tim di rojeva me de be."
Ji Rêber Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Jidiyayî a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî nayê girtin.
Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22'yê çileya 2023'yan de hezar û 300 parêzeran serî li Wezareta Dadê ya Tirk û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû dayîn. Serlêdan bu tu awayî nehatiye bersivandin, lê OHD'ê bang li gelek baroyên bajaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê serî li Wezareta Dadê bidin.
13 sal in parêzerên xwe nedîtiye
Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil têkildarî tecrîda li Îmraliyê anî ziman ku ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran ên di sala 2019'an de 13 sal in tu hevdîtinên parêzeran çênebûne û got ku ev yek "îşkence" ye. Avçîlê destnîşan kir ku "cezayê dîsîplînê" jı bo hevditına bı parêzeran re ne asteng e û got: "Ev ne pêkanîneke hiqûqî ye."
Tecrîd berfirehtir dibe
Avçîlê destnîşan kir tecrîda li Îmraliyê pêkanînek e bêmîsal e û got ku tecrîd ji Îmraliyê li hemû qadan belav bûye. Avçîlê got: "Dema hûn li dijî polîtîka û bêhiqûqiya desthilatê îtiraz nekin, ev yek didome. Îşkence û tecrîda li Îmraliyê jî bi heman rengî ye. Heya hûn li dijî tecrîd û îşkenceya li wir îtiraz nekin, ev tecrîd her diçe berfireh dibe."
Divê CPT raporê aşkere bike
Avçîlê bi bîr xist ku CPT di serdana xwe ya dawî de ya li Tirkiyeyê neçûye Îmraliyê û got: "CPT'yê li gelek girtîgehan der barê îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafan de hevdîtin pêk anîn. Lê belê neçû Girtîgeha Îmraliyê ku îşkenceya herî giran lê têkirin. Tu aliyeke vê ya ku bê ravekirin tune ye. Ev li dijî armanc û wezîfeyên CPT'Yê ye. Gava CPT bê Tirkiyeyê divê ewilî serdana Îmraliyê bike. Helbet divê raporên xwe yên der barê vê de jî eşkere bike. Ji lew re raya giştî li hêviya rapora CPT'yê ye."
Tecrîd wê di rojeva me de be
Avçîlê destnîşan kir ku wê serlêdanên wan ên ji bo rakirina tecrîd bidomin û got ku divê hemû hiqûqnas li dijî tecrîdê tevbigerin û piştgiriyê bidin wan. Avçîlê got: "Wê tecrîd di rojeva me de be. Dê xebatên me yên ji bo rakirina wê bidomin."