Bila Balekayetî heşîn be
Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 01:52

Ji ber birrîn û şewitîna daristanên devera Balekayetî bi taybetî jî birrîn û şewitandina darên berûyan, zirareke mezin li jîngeha deverê bûye. Di çarçoveya vê pêngavê de heta niha bi hezaran berû û şitlên dara berû, dara sinawber û darên tûyan hatine danîn.
Welatiyên herêmê hewl didin ku hawireke şîn pêk bînin. Dixwazin welatî ji bo vê şiyar bin, zirar negihîje derdora herêmê.
Dilê xwe nekujin
Aktîvîstê jîngehparêziyê, Şiwan Resûl tevlî vê pêngavê bûye.
Şiwan Resûl li ser mijarê dibêje, weke komek jîngehparêzên bajarokê Qesrê bi hemahengiya jîngehparêzên Çomanê, me dest bi pêngava çandina şitlên darên berû, sinawber û tûyan kiriye. Ji bilî heşînkirinê, armanca me ya sereke şiyarkirina xelkê deverê ye, da ku êdî daran nebirrin û zirarê bi jîngehê negihînin. Jîngeh dilê mirovan e û mirov nikare bêyî dil bijî.”
Aktîvîstekî din Ferhad Ehmed jî dibêje, “Armanca me ew e ku em cihê di encama birrîn û şewitandinê de zirar lê bûye dagirin.”
Li Balekayetî îsal di navbera 15 ta 20 hezar darên berûyê hatine birrîn, sala bihurî jî li deverê, welatiyan nêzî 10 hezar darên berûyan birrîbûn.
Devera Balekayetî zêdetirî 8 hezar 500 kîlometreyên bi çarçik e. Zêdetirî 500 kîlometreyên bi çarçik daristanên xwezayî ne ku ji sedî 94’ê van daristanan ji darên berûyan in.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ















