Bila aştî û azadî hebe
În 23 Gulan 2025 - 03:40
Emîne Çagirga ku di şerê li bakurê Kurdistanê de 2 zarokên wê hatine qetilkirin, got: “Divê serokkomar êdî gavan biavêje. Bila aştî û azadî hebe. Bila nasname û zimanê me serbest be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Herî zêde jî malbatên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de zarokên xwe winda kirin piştgirî dan vê bangê. Yek ji van malbatan jî malbata Cemîle Çagirga ya 10 salî ye ku di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 4-12’ê Îlona 2015’an a li Cizîr a Şirnexê de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hatibû sekinandin.
Malbata Çagirgayê, di sala 1992’yan di encama êrişa li dijî malê de zaroka xwe Fatma Çagirga ya 10 salî jî winda kiribû. Dayika Cemîle û Fatma Çagirgayê, Emîne Çagirga têkildarî pêvajoya nû ji ajansa me re axivî.
Emîne Çagirga diyar kir ku ew ji pêvajoya bi daxwaza çareseriyê hatiye destpêkirin keyfxweş in û got: “Demekî dirêj me tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nedigirtin, hevdîtin nedihatin kirin. Piştî geşedanan, hevdîtin hatin kirin. Vê yekê em keyfxweş kir û me jî ev pêvajo qebûl kir. Lê divê dewlet jî gavan biavêje. Ji bo serxistina pêvajoyê tiştekî nake. Em naxwazin dilê tu kesekê din bişewite. Dewletê ji malbata min û xizmên min 8 kes qetil kir lê tevî wê jî dibêjim ‘aştî.’ Dilê her dayikekê wekî hev e. Dema gotina ‘dayikê’ hate kirin av disekine. Lewma siyasî bên berdan. Êdî ne wekî dijminan, divê wekî xwişk-birayan nêz bibin divê serokkomar êdî gavan biavêje. Bila aştî û azadî hebe. Bila nasname û zimanê me serbest be. Divê girtiyên. Zêdetirî 50 sal in dayik rondikan dibarînin. Polîs jî gerîla jî zarokên me ne. Ev welat, ev ax ya me tevan e. Heke tevî êşên xwe em qebûl bikin, divê ew jî qebûl bikin.”
MA/ŞIRNEX