Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê, 61 rojin di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirabtir dibe. Heya niha jî derbarê mijarê de rayedarên Herêmê ti daxuyaniyek nedane û bêdengin. Derbarê mijarê de çalakvanê siyasî Dilşad Baban axivî.

Dilşad Baban ragihand ku ger bersiva daxwaza Er û Dag neyê dayîn, dibe ku rewşa wan xirabtir bibe û heya mirinê jî biçe û got;“Bêdengiya li hemberî daxwazên her du girtiyan, ji mere tiştek derdixe holê ku bernameya derve tê bicihkirin. Biryarên derve bandorê li ser Herêma Kurdistanê dike, ji bo parastina berjewendiyên xwe, canê welatparêz, pêşmerge, welatî û çalakvanan dixin metirsiyê.”

Dilşad Baban di dewamê de destnîşankir ku li Herêma Kurdistanê mafê girtiyan nayê parastin û tedbîrên parastina mafên girtiyan tên binpêkirin û ev bang kir; “Bang li hemû çalakvan, azadîxwaz, parêzerên mafê mirovan dikim, ji bo her du girtiyan bikevin nava liv û tevgerê. Rê nedîn weke terorîstên DAIŞ’ê danûstandinê bi hemwelatiyên me re bên kirin.”

Hestiyar bin!

Li aliyekî din Kurdên li bajarê Luzern ê Swîsreyê  li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lûzernê (CDK-L) li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev, bi daxuyaniyeke xwestin daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er bên bicihanîn. Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê CDK-L’ê Mûlla Şahîn ewilî axivî û bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me didome. Rêber Apo ji bo her kesî şans e. Divê tecrîd di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Em îro ji bo hevalên xwe yên ku di greva birçîbûnê de ne li vir in. Divê daxwazên wan ên mirovî di zûtirîn dem de bên bicihanîn.”

Apê Abdurrahman Er Necmettîn Er jî beşdarî çalakiyê bû. Necmettîn Er, têkîldarî rewşa dawî ya Er û Dag agahî dan û got: “Biraziyê min êdî nikare bimeşe, bi kursiyê dibin û tînin. Rewşa wan ne baş e. Ev çalakî watedar in, spasiya hemû beşdaran dikim. Em ji hemû saziyên Kurdistanî û kesên ku mafên mirovan diparêzin, bi taybet jî ji hikûmeta Başûr daxwaza hestiyariyê dikin. Em dixwazin bêyî agahiyeke ne baş çalakiya greva birçîbûnê bi encam bibe. Bila daxwazên Er û Dag bên qebûlkirin.” Daxuyanî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN