Bijîşkekî mînak li Şehbayê

Pêncşem 5 Çile 2023 - 01:27

Bijîşk Mihemed Edil ê ku li navenda Heyva Sor a Kurd a Kampa Serdemê kar dike, li gel rewşa xerab a kantona Şehbayê û tinebûna sotemeniyê, nexweşan li ber tavê derman dike.

Ji ber ambargoyê hikûmeta Şamê li ser Kantona Şehbayê rewşa peydakirina sotemenî û dermanan gelekî xirab e, dîsa jî bijîşk Mihemed Edil koçberên Efrînê yên li kampan û xaniyên wêrankirî li navenda Heyva Sor a Kurd derman dike.

 

Li ber tavê nexweşan derman dike

Li kantonê navendên tenduristiyê û nexweşxane bê derman û bê sotemenî mane, ji ber wê jî bijîşk Mihemed Edil neçar ma ku li ber tavê nexweşan derman bike.

Mihemed Edil sala 2004'an beşa tibê ya şeriî bi dawî kiriye. Piştre li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navenda bijîşkiya nexweşiyên hundirîn vekir.

Ji ber rewşa şer a Sûriyê bijîşk neçar ma ku koçberî gundê xwe Şiyê bibe û li wir jî kilînîkek vekir. Her wiha li navenda tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê kar kir di dermankirina birîndaran de xwedî roleke girîng bû.

Bijîşk Mihemed Edil got; "Ez neçar dimînim ku nexweşan li ber tavê derman bikim, ji ber ku ti rêbaza germkirinê li ba me tine. Serma bandoreke neyînî li nexweşan dike, nexasim nêzî 6 mehan e derman li navenda tenduristiyê nemane."

Edil da zanîn ku pirraniya nexweşiyan jî şewb, girîp û navçûyîn e.

Mihemed Adil di dewamê de got; "Îradeya me ji hertiştî xurttir e, ez ê heta dawiyê xwedî li erka xwe ya mirovî û exlaqî ya dermankirina koçberên Efrînê yên li Şehbayê derkevim."

Edil di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku navendeke wî ya bijîşkiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî heye, lê belê wî soz daye ku heta rizgarkirina Efrînê, ew ê bi koçberên wê re be.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.