Bijîşk jî di grevê de ne

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:34

Nêzîkî 50 roj in mamosta, karmend û endamên tenduristiyê yên deverên cuda yên Herêma Kurdistanê di nava boykot û xwepêşandanan de ne. Piraniya wan mamostayên bi peyman û herdemîne ku gelek jê yên sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebce, îdareya Germiyan û Raperîn in. Tevî ku mehek zêdetire her roj dadikevin kolanan jî, lê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê li şûna bersiva daxwazên wan bide gef û zextê li wan dike ku vegerin dibistanan.

Li gorî hatî ragihandin bijîşkên Xulaw û Pilebend ên bajarê Silêmaniyê li dijî paşketina mûçeyan bi daxuyaniyekê greva giştî ragihandin.

Di daxuyaniya ku ji bo Wezîrê Tenduristiyê, Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê, Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê, Helebce û Germiyanê hate ragihandin weke ku her kes dizane, Herêma Kurdistanê niha di rewşek aborî ya dijwar û nehevseng re derbas dibe û paşxistina mûçeyan gelek pirsgirêk ji bo xelkê bi giştî û bi taybet ji mûçexwiran re çêkiriye.

Em neçar in dest ji kar berdin

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Zêdetirî 3 mehane mûçeyê karmendan nehatiye belavkirin û dema belavkirinê jî nediyare. Tevî ku mûçe jî negirt, me xizmetê berdewam dikir, lê ji ber ti çavkaniyek din a darayî me nîne, êdî nikarin berdewam bikin. Her çiqas ev helwest ne di berjewendiyên xelkê û nexweşan de jî be, lê em neçarin, ji ber bargiraniya li stûyê me em nikarin xizmetê berdewam bikin. Ji îro şûn ve biryara boykota giştî didin û heta mafê me yê darayî neyên dayîn, boykot û helwesta me wê berdewam be.

Hêjayî gotinê ye li Herêma Kurdistanê nêzî 35 hezar mamostayên bi peyman hene, hinek ji wan 10 sal zêdetirin weke mamostayên bi peyman xizmetê dikin û hîn jî nehatine tayînkirin. Heman demê tevî ku Encumena Wezîrên Iraqê biryar da ku ji bo 3 mehan her yek mehê 700 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne, ango wê ji bo 3 mehan 2 trilyon û 100 milyar dînar bişîne, lê heta niha ji bo belavkirina mûçe demek nehatiye diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.