‘Bijî Serok Apo’ ne sûc e

În 26 Tîrmeh 2024 - 02:15

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan dijî destgîrkirina ciwanên ku li Mêrsînê govend gerandine helwest nîşan da, diyar kir dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ne sûc e, Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Alî Yerlîkaya li gel ku dizane ku ev dirûşm ne sûc e jî bi helwest xwe nîşan dide ku ew biryaren hiqûqê nasnake.

Dîmena ku komekî ciwanan li perava Mêrsînê li gel stranan, govend digerînin û dirûşm berz dikin, ji aliyê hesabên trol ên medya dîjîtal ve hedef nîşandan. Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Alî Yerlîkaya li ser bûyerê bi nota “tişta pêwîst hat kirin” ragihand ku 9 ciwan hatine destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin 9 ciwan di 22’yê Tîrmehê de hatin destgîrkirin. Derbarê dosyeyê de biryara veşariyê hate dayîn û hat zanîn ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. 

Polîsan strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên destgîrkirî dan guhdarkirin. Piştî ku dîmen li ser hesabên medya dijîtal hatin parvekirin, Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Alî Bozan bi daxuyaniyeke bertek nîşanî bûyerê da.

Parlementerê DEM Partî yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir dîmenên operasyona polîsan weke operasyona li dijî mafyayan hatiye kişandin û wiha got: “Yekane sûcdarkirina ku bikarin li ciwanan bikin sûcdariya propaganda ye. Lê dîmenên ku weke operasyona mafya û çeteyan e, hatin servîs kirin. Ciwan hatin binçavkirin û anîn Mêrsînê. Polîsan di nava wesayiteke de ku diyar bû otubsa polîsan e, strana “Olurum  Turkiyem’ li ciwanên destgîrkirî dan guhdarkirin. 

Ali Bozan destnişan kir Wezareta Karê Navxwe ya Tirk ev dîmen bi qestî servîs kirine û diyar kir ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berê ji aliyê dadgehên Tirk ve weke sûc nehatiye dîtin û wiha got: “Li vir eşkereye ku Wezaret bi parvekirina van dîmenan dîsa dixwaze hin tiştan veşêre. Hewl didin birbirî bidin çêkirin. Ji ber ku di bin van parvekirinên hatî kirin de gelek heqaret û gef li dijî gelê Kurd heye.

Xisûseke din jî, ji ciwanan re dibêjin we dirûşme berz kiriye. Li vî welatî biryara gelek dadgehan heye ku dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ne sûc e. Dîsa biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Lê xuyaye ku Wezareta Karê Navxwe dibêje, ‘ez biryarên darazê nas nakim. Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nas nakim.’”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.