- Di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên li Rojava bi meşên girseyî ev bêbextiya mezin rûreş kirin.
Di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermenên li kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê, li bajarên Qamişlo, Hesekê, navçeyên Girkê Legê û Dêrikê û herêma Firatê meşên girseyî li dar xistin.
QAMIŞLO: Meşê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û ber bi navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ve dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan, pankartên li ser wan nivîsandî "Bê serokê jiyan nabe" hatin hildan. Her wiha Dayikên Aştiyê cilên spî yên ku wêneyên Rêber Ocalan û nivîsên "Bê serokê Apo jiyan nabe" li ser in, li xwe kirin. Wan bênavber dirûşemyên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bê serok Apo jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" gotin. Meş li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo veguherî mitîngê. Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û got, "Mîna erkeke nîştimanî divê hêzên Kurdistanî bi pêşengtiya jin û ciwanan têkoşîna li dijî tecrîdê xurt bikin. Weke PYD têkoşîna me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."
GIRKÊ LEGÊ: Bi heman armancê, xelkê Girkê Legê li Qamişloyê meş li dar xist. Meşê ji Meydana Şehîd Xebat Dêrikê, ber bi kolana sereke ve dest pê kir. Di meşê de doza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin. Li Meydanada Azadî meş veguherî mîtîngê. Nûnerê pêkhateya Ereb a navçeyê, Salih Sefo got: "Dewama tecrîda li dijî Rêbertî dewama Komploya Navneteweyî ye. Revandina Rêber Ocalan ne rewa ye. Tişta dibe jî dûrî xebata rêxistinên navneteweyî ye ku bê deng in." Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed jî got, hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan komplo têk biriye û fikrên Rêber Ocalan niha li her maleke Kurdan û Kurdistanê hene.
DÊRIK: Bi hezaran kesên ji herêmên Berav, Koçerat û gundên wê, tevlî meşê bûn. Xelk Meydana Azadî kom bû û ber bi Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ve meşiya û meş li wir veguherî mîtîngê.
Li wir Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso got, ”Armanca komployê ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê bi bin ket, ji ber ku gel fikrê xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digire û têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê pêk anî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hev kom kirin."
KOBANÊ: Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan. Di heman demê de ciwanên ku dest bi meşa 20 kîlometre kiribûn jî, tevlî meşa giştî bûn. Li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Firan Arîn Kobanê axivî û got, “Rêber Apo ne bi tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest têkoşîn da destpêkirin. Êdî dem hatiye ku qeydên Îmraliyê were şikandin û dem dema azadiya Rêber Apo ye.” Hevserokê Kantona Girê Sipî Hemîd El Ebid jî got, “Divê gelên bindest û mirovayetî rabin ser pêyan û Rêberê xwe azad bikin. Em hemû pêkhate divê em ji bo Rêber Apo rabin ser pêyan.”
ŞEHBA: Bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê jî bi dirûşma "Êdî bes e tecrîd, înkar û xiyanet, dem dema azadî û hilweşandina Komploya 15'ê Sibatê ye" meşiyan. Meş ji ketina Fafînê ber bi qada Dibistana Ajokariyê ve bû. Li qadê, li dengê Rêber Abdullah Ocalan hate guhdarkirin. Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Zelal Ceger bang kir da ku gel beşdarî têkoşîna li dijî tecrîdê bibe û pabendî fikir û felsefeya jiyan û vîna azad a Rêber Ocalan be.
NAVENDA NÛÇEYAN