Bihişta veşartî; Gola Çalyanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 30 Tîrmeh 2023 - 15:09

MEHMET GULEŞ / MA / ŞIRNEX

Gola Çalyanê ya li Zozanê Feraşînê, bi xeml û xweşikiya xwe serdêran gêj dike.

Zozana Feraşînê ya li quntarên Çiyayê Kato yê di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û navçeya Payîzava ya Wanê de ye, bi xwezaya xwe ya bêhempa havînan ji mirovan xalî nabe. Koçer, Elkêyî û gelek kesên ji deverên Botanê li vir siyabo jî di nav de gelek cureyên giyayan berhev dikin. Zozanê Feraşînê zozenekî gelekî henik û aram e jî. Ji ber berfa li wir ew her hênik e û ev hênikayî dike ku li wir mêşvanî û sewalvanî were kirin. Ji ber hênikayiyê xelk xwe li wir dikşînin.

Gola Çalyanê jî yek ji xweşikiyên Zazoanên Feraşînê ye. Ew havînan tîna gelek insana dişkîne. Gola Çalyanê ku hem sûdê ji ava berfê hem jî ji ava binerdê digire, havînan warê koçeran e. Her wiha havînan bala xwezahezan jî dikişîne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.