- Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan jî li ser vê yekê doh ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can re peyivî.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan 12’ê Çileyê di komcivîna partiya xwe de gotibû “Ew ê li Edîrneyê (Demîrtaş) wê hesaba mezin bide yê li Îmraliyê (Ocalan)” di bernameya televîzyonê ku pê şev tevlîbû de careke din behsa vê yekê kir. Pêr jî digot, Ocalan ji Demiştaş aciz e.
Her wiha Erdogan li ser pirsa rojnamvanan jî got “Esas divê mirov wê ji Ocalan pirs bike.”
Birayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mehmet Ocalan jî li ser vê yekê doh ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can re peyivî.
Mehmet Ocalan got: “Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast ev e. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike.”
Herî dawî bi telefonê pê re peyivî
Rêber Ocalan herî dawî 25’ê Adara 2021’an bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve parezerên wî agahiyê jê nagirin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî nayên bersivandin.
Mehmet Ocalan ku li ser gotinên Erdogan aciz bûbû, wiha axivî: “Serokkomar siyasetê dike. Çi li wir diqewime em nizanin. Hemû têkiliyên me yên bi Îmraliyê re hatine qûtkirin. Li Girava Îmraliyê mafên qanûnî, demokratik hatine xespkirin, tune hatine hesibandin.
Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive, ya herî rast eve. Ocalan dikare nêrînên xwe aşkere bike. Hevdîtina malbatê mirovî ye lê parêzeran hiqûqî ye. Heke bi rêya parêzeran hevdîtin pêk were, Ocalan dikare fikrên xwe aşkere bike. Lê ya herî bi tendurist ewe ku ew bi xwe biaxive.
Em weke malbat dixwazin hevdîtinê bikin. Ev mafê me yê herî demokratîk û qanûnî ye. Em bi awayî hiqûqî jî dixwazin ewilî parêzer pê re hevdîtinê bikin.”
NAVENDA NÛÇYAN