Bibîranînên parçe parçe

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:28

Yuichi Ikehata bi peykerên xwe yên surreal hafize û bîra ku parçe parçe bûye, dinirxîne. Ew peykersaz û wênegirekî ji Japonyayê ye. Ikeheta dide zanîn ku ew bi van peykeran hafizeya razber vediguherîne tiştekî fizîkî û darîçav. Wî gelek peykerên bi vî awayî çêkirine û ji bo peykerên xwe dibêje, “Gelek bibîranînên me hene ku zû tên jibîrkirin û hinek ji wan qet nayên bîra me. Ez wan bibîranên ku parçe parçe bûne ji nû ve tînim û bi awayekî surreal nîşan didim. Ez van bîranînan ji nav rastiyên me kom dikim û hewl didim tevî wêneyan nîşan bidim.”

Yuichi Ikehata li bajarê Chiba yê Japonyayê dimîne û hildeberîne. Ji bo peykerên xwe di forma insanan de çêke, gelek caran qerqotekî (hestiyan) bi kar tîne. Ikehata hestiyên qerqotî bi têl, kaxez û kîlê dipêçe û di dawiyê de ev peykerên parçe parçe bûyî derdikevin holê.

CHIBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.