Bibîranîneke ji komarê re

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Gulan 2023 - 05:47

  • Nivîskarê Kurd Rehîmê Qazî 63 salan beriya niha, romana bi navê “Pêşmerge” li Erîvanê çap kir. Ji ber şert û mercên siyasî, wî nekarîbû romanê li Rojhilatê Kurdistanê çap bike. Romana Pêşmerge, weke yekem romana bi şêwezarê Soranî jî tê nirxandin. Behsa serpêhatiya Komara Kurdistanê dike.

Rehîmê Qazî, sala 1925'an li Rojhilata Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê, li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û deng e. Vê malbata hanê di rêya xebata azadiya Kurdistanê de gelek şehîd jî dane. Yek ji wan ê ku Kurd rêz û hurmetê jê re digirin û bi minnet yad dikin, Qazî Mihemmed e. 

Rehîmê Qazî, yek ji wan 60-70 kesan e ku sala 1946'an ji aliyê Komara Kurdistanê ve ji bo xwendin û perwerdekirina kadroyan, çûbû Bakûyê. Piştî çûyina wan bi pênc-şeş mehan, bûyera ji holêrabûna Komara Kurdistanê diqewime, gelek ji wan xwendekarên Kurd, vedigerin Kurdistanê. Lê Rehîmê Qazî û çend kesên din li wir dimînin. Paşê ew dest bi xwendina akademîk dike û sala 1954'an teza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya Kurd, pêşkêşî Zanîngeha Kirovê dike. Navê teza wî jî "Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed" e. Rehîmê Qazî demekê li Zanîngeha Kirovê di beşa dîrokê de mamostetiyê jî dike.

 

Rojnameya ‘Kurdistan’ derdixin

Rehîmê Qazî di salên xwe yên koçberiyê de, li Sovyetê, destevala nasekine. Dema ku Barzanî diçin Sovyetê, Rehîmê Qazî bi wî re têkiliyê datîne û têdikoşin ku serokatiyeke nû li Kurdistanê bê avakirin. Rehîmê Qazî jî bi Mele Mistefa Barzanî re di nav vê serokatiyê de cih digire. Lê ev kar zêde dewam nake. Ew û çend hevalên xwe bi hecma yekrûpelî, rojnameya “Kurdistan”ê diweşînin. Ew vî karê hanê 14 salan didomînin.

 

Li Bakûyê wefat kir

Piştî ketina Şah û hatina Xumeynî, Rehîmê Qazî vedigere Kurdistanê. Ew beşdarî kongeraya çaran ya Partiya Demokrat a Kuristana Îranê dibe û ji bo endametiya Komîteya Navendî tê helbijartin. Di sala 1981-82’yan de ji ber hinek sebebên polîtîk ew careke din ji Kurdistanê derdikeve û vedigere Bakûyê. Rehîmê Qazî, di 9´ê Gulana 1991’ê de, ji ber nexweşiya apandîsê li bajarê Bakûyê wefat kir.

 

Savak nahêle ‘Pêşmerge’ li Îranê çap bibe

Rehîmê Qazî, romana bi navê “Pêşmerge” di salên xwe yên koçberiyê de nivîsandiye. Weke yekem romana bi şêwezarê Soranî tê qebûlkirin. Roman cara yekem, sala 1960'î li Êrîvanê û sala 1962’yan jî li Bexdayê tê çapkirin. Di sala 1964'an de li Bakûyê bi zimanê Azerî jî tê weşandin. Herî dawî Ziya Avci romanê werdigerîne Kurmanciyê. Roman nexasim li Başûrê Kurdistanê rastî elaqeyeke mezin tê. Rehîmê Qazî sedema çapnekirina romanê li Îranê, bi vî awayî tîne ziman; “Mixabin, şert û merc û helwêstên wê demê yên Îranê, yanî desthilat û hikûmeta xwînavî ya bereya Pehlewî û kirinên dirindeyî yên Savakê, mecal nedan ku romana Pêşmerge li Kurdistana Îranê belav bibe. Piştî ku ez vegeriyam welêt, gelek nas û dostên min, bi taybetî hejmarek hunermend û nivîskarên Kurd, bi ser tevan de jî fexr û şanaziya neteweyê min, gula serkopa îro yê edebiyata me, mamosteyê birêz û hêja, Hêmin, ji min daxwaz kir ku ez romana Pêşmerge ji nû ve biweşînim.”

 

Ji bo qedrê Komara Kurdistanê 

Rehîmê Qazî serpêhatiya nivîsandina romana “Pêşmerge” di sala 1980’an de wiha rave dike; “Di muddetê ji welat dûr de, ez nivîsandina serpêhatiya romana Pêşmergeyê li hemberê welat û neteweyê xwe xizmeteke xwe ya piçûk dizanim, dibê ez bêjim ku ev yekemîn roman e ku min bi Kurdî nivîsandiye. Nêzîkî 25 sal berî niha, min di kovareke Kurdî de serpêhatiyeke kurt ji rûpelek borî xwend, ku derheqê jiyana tehl, nexweş û belengaz a mala kurdekî feqîr û reben de hatibû nivîsandin. Vê serpêhariya kurt perdeya mezin û bêsînor a jiyana xemgîn û hejar a gelê min anî ber çavê min û ji ber vê, bû çavkaniya hêz û îlhamê ji bo nivîsandina vê romana hanê û min destpêk jî her bi naveroka wê serpêhatiyê dest pê kir. Bêjeya ‘pêsmerge’ diyarî û bîranîneke binirx, delal û birêz e ku ji yekemîn komara netewî û ya Kurdistanê ji me re maye.”

 

Naveroka romana ‘Pêşmerge’

Romana “Pêşmerge” têkoşîn û xebata siyasî-civakî ya serdema Komara Kurdistanê radixe ber çavan; jiyana pêşmergetiya wê demê, zordestiya dagirkerên Kurdistanê, zilm û bindestiya hundurî bi awayekî sade digihîne me û behsa bûyerên rasteqînî û awayê xebata siyasî, çandî û leşkerî dike. Roman tenê behsa zordestiya dagirkeran nake her wiha behsa axa û muxtarê gundê Kanîsewze yê nêzî Seqizê jî dike ka çawa bi awayekî paşverû nêzî xelkê dibin. Her wiha li hêlekê jî behsa evîndariya Mîrût û Pîrût jî tê kirin. Di romanê de tişta herî zêde balê dikişîne ew e ku nivîskar qala pêvajoya şer dike lê berê xwe dide kesên derveyî şer jî. Destpêkê qala Memend û axayê gund paşê jî li ser Pîrût, Mîrût û Şêrko û Xezalê dike. Yanê di destpêka romanê de qala rewşa gund, jiyana gundiyan, desthilatdariya axayên girêdayî rejîmê tê kirin û piştre jî li hemberî van rewşan behsa beşdariya şoreşê tê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.