Juneteenth rojeke betlaneyê ya Emerîkî ye ku 19'ê Hezîranê tê pîrozkirin. Ev rojeke taybet ji bo eyaleta Teksasê ye. Wê rojê sala 1865'an Danezana Azadiyê ya ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) koletî bi dawî dikir, ji Emerîkiyên Efrîkî yên kolekirî yên li Teksasê re hat xwendin.

Heman rojê hêzên eskerî yên federal yanî aliyê serketî zora aliyê konfederal ê başûr bi temamî bir û gihiştin Teksasê. Generalê hêzên gihiştin Teksasê hem bi dawîkirina koletiyê li temamê welêt û hem jî dawiya şerê navxweyî ragihand xelkê Teksasê. 
Emerîkiyên Efrîkî yên li Teksasê ev roj ji xwe re kirin rojeke pîrozbahiyê ji bo rizgariya ji koletiyê. Ji vê rojê re her wiha "Juneteenth" jî tê gotin.

AUSTIN