Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî diyar kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi zextên Tirkiyeyê dixwaze şerê PKK’ê bike û ji bo vî şerî jî dixwaze hêzên din jî li gel be û got: “Şerê Kurd bi Kurd wê dawî li ezmûna Kurd bîne.”

Gulpî li ser pirsa “çima dewleta Tirk êrişî Başûr dike” got: “Dewleta Tirk siyaseteke xwe ya neteweperest a faşîst heye. Dixwaze bi riya hêzê meseleya Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê biçewisîne. Wan hêzên şoreşger ên xebat dikin zîndanî bikin û tine bikin. Lê, eger hat û PKK li wan cihan nemîne û parastina Herêma Kurdistanê neke, wê Tirkiye Hewlêrê jî dagir bike. Têgihîştina PDK’ê ya ji bo Kurdeyetiyê û rêveberina welat gelek ecêbe. PDK li Herêma Kurdistanê û Iraqê hêzek serdeste. Iraqê bi destûrê mafê Kurd garantî kiriye. Lê PDK neamadeye li gel artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li hev bike, lê li gel Tirkiyeyê û MÎT’a Tirk ku itirafê bi Herêma Kurdistanê nake lihevkirinê dike. Heta niha jî Tirkiye ji Herêma Kurdistanê re dibêje bakurê Iraqê.”

PDK ji binketinê ditirse

Li ser pirsa der barê medya daholê şer lê dide got: “Hinek caran kesên ku diaxivin hest bi berpirsyartiyê nakin. Dibe ku li gel medyayê agahiyên temam nebe, lê pirsgirêka sereke daxuyaniyên tund ên berpirsên PDK’ê de ne. Di nava wan de jî yên Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku nabe xwe bêxe nava nakokiyên di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de hene. Ji ber ku armanca Kurdên Bakur pêşxistina ezmûna Başûrê Kurdistanê ye û rizgarkirina wê ji destê Tirkiyeyê ye. Lê, rayedarên Herêma Kurdistanê li gel ku bi xwe nikarin rûbirûyî Tirkiyeyê bibin, gefê li kesên xemxwarên parastina Herêma Kurdistanê ne jî dike.”
Li ser pirsa “gelo PDKʼê bikeve şer?” Gulpî dibêje; “Eger Tirkiye zextê bike wê PDK vî şerî bike. Lê, tişta li pêşiya PDK’ê asteng, tirsa wê ya di şer de binkeftine. Herwiha PDK naxwaze vî şerî bi tenê bike. Belku dixwaze hêzên din jî tevlî vî şerî bike.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ