- Êrişkar li Sakaryayê gef li karkerên Kurd xwariye û gotiye, "Bi zimanê min biaxivin."
Karkerên kurd ku li Sakaryayê êriş li wan hat kirin, gotin, êrişkar Kenan Cebecîoglû ev gef li wan xwariye: “Ya hûn ê ji vir derkevin herin an jî ez ê malê bi we re bişewitînim. Ez ê cenazeyê we jî li bin vê ocaxê veşêrim.”
Di 4’ê îlonê de li gundê Sirt ê navçeya Ortakoy a Sakaryayê, xwediyên findiqan êrişî karkerên kurd ên ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê kirin. Li ser êrişê karker vegeriyan gundê xwe yê Kelekê yê navçeya Şemrexê û gilî kirin. Herçiqasî walî îddîa kir ku êrişkar hatine girtin jî heta niha tiştekî wisa xuya nake.
Karker Amed Demîr, di îfadeya xwe de diyar kir ku dema findiq berhev kirine êrişkar Huseyîn Cebecîoglû hatiye cem wan û ji wan re gotiye “Keriyê kûçikan” û wan jî jê re gotiye ku mafê wî tuneye heqaretê li wan bike û wiha got: “Li ser dewamkirina heqaretan me erd terk kir. Li ser vê jî Hasan, Kadir û Kenan Cebecîoglû hatin cem me û heqaretên xwe dewam kirin. Li ser vê Bawer Demîr ji wan re got, heke hûn wiha dewam bikin em ê agahî bidin cendirmeyan. Piştî vê gotinê, Huseyîn Cebecîoglû got, ‘Ew kî ye bi cendirmeyan gefan li min dixwe. Ez ê we bişewitînim. Ev der welatê min e, naşibe Mêrdînê. Hûn vir jî Mêrdîn dihesibînin. Cendirme li pişta min e’. Pişt re bi dar û biviran êrişî me kirin.”
Karker Nadîle Demîr û Nerîman Demîr jî dibêjin, em di nava xwe de bi kurdî diaxivîn, lê êrişkar Huseyîn Cebecîoglû bi ser wan de qêriyaye û gotiye, ‘Bi zimanê min bi axivin’.
MA/MÊRDÎN