Bi zibilê gaza xwezayî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:35

HISÊN REMO / ANHA / QAMIŞLO

Mistefa El Hisên ê 30 salî ji gundê Mizgeft ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye. Li kêleka malê, bermîleke ji hesin çêkiriye, zibilê çêlekan dike wir û ji wir bermîlê boriyek gihandiye malê. El Hisên berovajî şêniyên gund ên ku zibilê sewalan çêdikin, ew wan kom dike ji bo ku piştre jê sûdê bigire û jê gaza pêwîst ji malê re derxe. El Hisên got piştî ku artêşa Tirk binesaziya herêmê kir hedef û di encamê de elektrîk û gaz qut bû yan jî kêm bû, dest bi vê projeyê kiriye.

Têkildarî projeyê El Hisên got:"Min gelek gotar li ser vê mijarê xwendin ku dewletên pêşketî, zibilê çêlekan vediguherînin gaza xwezayî. Ji ber ku ez hesinkar im, lêçûna vê projeyê li ser min sivik bû. Ji ber wê û bi taybet piştî êrişan min dest pê kir. Ez tirsîm bi bin bikevim. Hinekan jî digot çawa ciwanek ji Fakulteya Aboriyê derçûyî, dikare karekî wisa bike. Lê belê min proje ji hemû aliyan ve nirxand. Bi taybet ku zirarê nade derdorê û dostê hawîrdorê ye. Her wiha li kêleka gaza jê derdikeve, mirov dikare sûdê ji gubreyê jî bigire.” Piştî amadekirina bermîl an jî xezana ji hesin, El Hisên zibilê çêlekan tevî avê dike û dike depoyê. 15 rojan li wir dixemirîne û di encamê de biyogaz derdikeve. El Hisên vê gazê bi rêya boriyekî digihîne malê. Li jora depoyê, qulek heye ku El Hisên di wir re zibilê dike wir. Ji quleke binî depoyê jî bermahiyên vê derdixe û dike gubre. Derbarê vê projeya xwe de El Hisên got: "Lêçûna wê ne ewqas mezin e. Gelek kes dikarin sûdê jê bigirin, bi taybet li gundan. Zirarên wê jî tune ne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.