Bi zanebûn qira zimanê Kurdî tînin!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Çile 2023 - 04:03

Piştî bûyerên dawiya sala 2017’an û nemana desthilata Kurdan a li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale, dibistanên Kurdî yên li nava sînorê rêveberiya Diyaleyê kêm bûne. Hejmara dibistanên bi zimanê Kurdî perwerde li wan tên dayîn, 39 dibistan in, lê niha jî ji ber biryareke hikûmeta Iraqê, hewil tê dayîn, beşek ji wan dibistanan were girtin.

Beşek ji welatiyên navçeya Xaneqînê diyar dikin ku li Xaneqînê bi awayekî pîlankirî hewil tê dayîn xwendina bi zimanê Kurdî nemîne. Ew her wiha diyar dikin, ji ber ku zanîngehên Herêma Kurdistanê zarokên wan wernagirin, gelek malbat zarokên xwe dişînin dibistanên bi zimanê Erebî.

Welatî Karwan Murteza derbarê rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî ya li Xaneqînê de dibêje, “Pirsgirêka nemana dibistanên bi zimanê Kurdî ji ber çend sedeman e.Yek jê, mamostayên zimanê Kurdî yên ser bi saziya perwerdeya Diyaleyê kêm in. Pirraniya malbatên Kurd zarokên xwe naşînin dibistanên bi zimanê Kurdî. Ji ber ku li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê wan wernagirin.”

Karwan Murteza diyar kir ku siyaseta koçberkirinê bandor li ser xwendina bi zimanê Kurdî hebûye û got, hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li navçeyê ti hewildana ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî nake.

 

Bi hîlekariyan dibistanên Erebî vedikin!

Derbarê heman mijarê de welatî Casim Mihemed jî dibêje, “Bi hîleyeke siyasî çend dibistanên Erebî hatin vekirin. Dibistanên bi zimanê Kurdî ti piştgiriyekê ji hikûmeta Iraqê wernagirin. Pirtûk û sîstema dibistanên bi Kurdî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tên dayîn. Lê pirsyarên ezmûnan hemû ji Bexdayê tên. Vê yekê jî wisan kiriye ku xwendekar berê xwe bidin dibistanên bi zimanê Erebî.”

Casim Mihemed rexne li rêveberiya giştî ya zimanê Kurdî ya li Wezareta Perwerdê ya Iraqê kir û got, “Rêveberiya Giştî ya Zimanê Kurdî ya li Wezareta Perwerdê ya Iraqê bi kêrî tiştekî nayê û ji bo xwendekaran tiştekî nake. Dema xwendekareke dibistana Kurdî ser bi Bexdayê be û dibistana amadeyî temam bike, her çiqas pileyên wê bilind bin jî li zanîngehên Herêma Kurdistanê nayê wergirtin. Lê yên pileya wan 95 bin li koleja bizîşkî ya ser bi Bexdayê, tên wergirtin. Ev sedemeke sereke ye.”

 

Welatî ji bo siberoja Kurdî bi fikar in

Endamê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Mihemed jî li ser mijarê dibêje, “Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ti hêviya xelkê navçeyê ji hikûmeta Herêmê nema. Îsal Wezareta Perwerdê ya Iraqê biryarek daye, li gorî biryarê dibistanên Kurdî ku 50 xwendekar tê de ne, divê werin girtin. Vê biryarê welatî xistine nava fikaran. Welatî ketine nava fikareke wisan ku xwendina Kurdî ya girêdayî hikûmeta Iraqê ti sûda xwe ji bo siberojê nîne. Ji ber wê jî zarokên xwe dixin ber xwendina Erebî.”

ROJNEWS/XANEQÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.