Bi yekîtiyê destketî tên parastin

În 12 Çile 2024 - 00:58

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê ku di serdema 4’an de li Parlamentoya Herêma Kurdistanê parlamenterî kiriye Dr. Şêrko Mihemed Qadir têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê axivî. Dr. Şêrko Mihemed Qadir diyar kir ku dewleta tirk bi SÎHA’yan dikeve qada hewayî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û êrişan pêk tîne û got:“Di êrişên xwe de welatiyên sivîl hedef digire. Bi vê yekê re qanûnên NY’ê binpê dike. Tevî binpêkirina serweriya xakê jî ne rayedarên Iraqê ne jî yên Herêma Kurdistanê nerazîbûnê nîşan nadin. Ne PDK ne jî YNK. Li gorî îtîrafên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, ev her du partî ji bo Tirkiye êrişên xwe pek bîne karê wan hêsan dikin.” 

Li dijî hebûna gelê Kurd in 

Di dewamê de Qadir anî ziman ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe bûye çavkaniya gelek pirsgirêk, neramî û bêîstîqrariya Rojhilata Navîn û got:“Têkiliya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bi tirkmen û kesên ser xeta xiyanetê didome. Piştî serdanên Fîdan ên li Hewlêrê, PDK’ê biryar da ku piştgiriyê bide partiya tirkmenan. Ev rewş li vir jî eşkere bû. Ji bo ku rêveberiya li Kerkûkê nekeve destê Kurdan, piştgirî da tirkmenan. Ne tiştekî veşartî ye ku li dijî her cureyên statûyên Kurdan in. Li dijî tevahiya mafên rewa yên gelê Kurd in. Di esasê xwe de li dijî hebûna gelê kurd in.” 

Cûdahiyan deynin aliyekê 

Têkildarî encamên hilbijartinên li Kerkûk û Mûsilê jî Qadir ev nirxandin kir:“Bi taybet jî Kerkûk û Mûsil li gorî Xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê herêmên bi îxtîlaf in. Di esasê xwe de temamiya van herêman ên Kurdan in. Mixabin ji ber rewşa aloz a Iraqê ev der veguherîne qadên pevçûnan. Bêguman welatên ereb xelkê ereb û Tirkiye jî piştgiriyê dide tirkmenan. Dixwazin destketiyên Kurdan tune bikin. Lewma divê di serî de PDK û YNK, partiyên kurd cudahiyên xwe bidin aliyekî û li ser bernameyeke hevpar lihev bikin. Tekane rêya parastina destketiyên Kurdan ên li van herêman ew e ku divê lihev bikin.” Qadir, li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser erdnîgariya Kurdistanê banga yekitiyê kir û got:“Divê gelê kurd, bi taybet jî hêzên siyasî, tevgera azadiyê ya Kurd û partiyên kurd ên li her çar parçeyan xwedî seknek be. Divê li dijî van êrişan stratejiyeke neteweyî hebe. Ji ber ku dijmin diyar e. Tirkiye û Îran, bi taybet jî Tirkiye bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navberê êrişî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dike. Divê em piştgiriya hev bikin. Tu partiyên siyasî yên kurd divê bi dewletên ku parçeyeke din a Kurdistanê dagir kirin re hevkariyê nekin. Divê nebin hevparên planên wan ên dagirkirina Kurdistanê. Pêdiviya me bi yekitiya neteweyî û stratejiyeke hevpar heye.” 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.