Di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Pêşmergeyên Dêrîn ên bajarokê Ranya yê ser îdareya Raperîn ji Rojnews’ê re axivîn.
Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî di derbarê mijarê de got:“Êrişên neheq ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrişên li ser tevahiya Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd li beramberî van êrişan li her çar beşên Kurdistanê li ser lingan bin, yekdeng û yekrêz bin. Dijminê herî mezin ê gelê Kurd dewleta Tirk û Erdogan e.” Hazim Elî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku niha di nava gelê Kurd de du enî hene ku yek ji wan eniya mirovên birûmet ên ku dijberiya dewleta Tirk dikin û eniya din jî yên ku rûmet û wijdana xwe winda kirine û dest dane destê dewleta Tirk û wiha got: “Divê em li dijî hemû êriş, dewleta Tirk û hevkarên wê bisekinin.” Pêşmergeyê Dêrîn Mam Şivan jî derbarê heman mijarê de axivî û got:“Dewleta Tirk a dagirker êrişek berfireh li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Cihê lêpirsînê ye ku Erdoganê faşîst li aliyekê ji bo Filistîniyan rondikên derewîn dibarîne û li aliyê din jî êrişî gelê Kurd dike. Ev yek siyaseta du rû ya Erdoganê faşîst e.” Mam Şivan her wiha bang li gelê Kurd kir ku êdî bêdeng nemînin, li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker helwêstê nîşan bidin, yekdeng û yekrêz bin û got:“Divê êdî gelê Kurd parçe nebe û bi yekitiya neteweyî hemû hewlên dagirkerî û êrişên li ser gelê Kurd bi dawî bikin.”
ROJNEWS/RANYA