Bi yek derbê 7 kuştin

Duşem 16 Tebax 2021 - 23:16

  • Gerîlayên Kurdistanê li Metînayê 15´ê Tebaxê bi yek derbê 7 dagirker cezakirin û di çalakiyê de 4 dagirker jî birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker pêr û doh jî li dijî tunelên şer ên Werxelê jehrên kîmyewî bi kar anîn. 

HPG'ê diyar kir ku li Metînayê di operasyona şoreşgerî de gerîlayên Kurdistanê 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev operasyona şoreşgerî ya serketî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hate lidarxistin." HPG´ê wekî din da zanîn ku li Werxelê dagirkeran 15´ê Tebaxê 4 caran bi çekên kîmyewî êriş biriye ser tunelên şer û doh sibehê jî gava HPG´ê daxuyanî dayî jî êrişên bi gezên jehrî li dijî tunelan dewam dikir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li Metînayê operasyona şoreşgerî
HPG´ê got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 15'ê Tebaxê dagirkerên li qada Girê Koordîne ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Li dijî dagirkerên ku hatin kontrolkirin saet di 18:30'î de çalakî hate lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê birin.
Ev operasyona şoreşgerî ya serketî bi ruhê serketinê yê fermandarê nemir Egîd ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hate lidarxistin.

4 caran gazên kîmyewî
Li herêma Avaşînê; 15'ê Tebaxê li devera Girê Sor çeperên şer bi çekên giran hatin bombekirin.
15'ê Tebaxê saet di navbera 06:00-19:00 de artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi gazên kîmyewî êriş bire ser tunelên şer ên li qada Werxelê.
15'ê Tebaxê saet di 21:30'î de li qada Werxelê, tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin. 16'ê Tebaxê ji serê sibehê û pê ve bi gazên bi jehr bombe li tunelên şer têne barandin. Liv û tevgera keşfê ya li ser deverê dewam dike.
15'ê Tebaxê danê nîvro li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê bi obus û hawanan bombe li gundê Hirorê hatin barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi deverê ket û şewat dewam dike.
14'ê Tebaxê saet di 19:30'î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer, 16'ê Tebaxê saet di navbera 03:30-04:30'î de jî qada Çemço bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hate bombekirin.
15'ê Tebaxê saet di navbera 22:00-22:40'î de li herêma Avaşînê artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li qadên Mervanos û Tabûra Ereban bi helîkopteran guhert."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.