Bi yek dengî gotin: Ji Rêber APO re azadî

În 14 Hezîran 2024 - 00:33

Li Qamişloyê bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî hat lidarxistin. Xelkê Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîs, rûspiyên eşîrên Ereb, oldar û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê beşdarî meşê bûn. Di meşê de weneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên mezin ên li ser “Ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hatin hildan. Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di meşê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hat protestokirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî hat kirin. Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo meş veguherî mîtîngê û li wir berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam Hisên axivî û got:“Dixwazin projeyên xwe ji bo 100 salên din li herêmê pêk bînin. Rêber Abdullah Ocalan bi projeya neteweya demokratîk li hember siyasetên dewletên kapîtalîst sekinî. Rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin li Îmraliyê dide meşandin." Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Heyal Xiwêr jî axivî û got:"Hêzên hegemonîk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de di êşkenceyên derûnî û fîzîkî re derbas dibe, didomînin. Em helwesta rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye çavkaniya ronahî û azadiyê.” Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.