Bi xwendinê zimanî diparêzin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 11 Îlon 2023 - 00:25

Li ser girîngiya xwendinê ji bo hemû qonaxên jiyana mirovan, jinên rewşenbîr û xwîner yên Başûrê Kurdistanê axivîn. Ew xwendinê weke amûreke parastina nasname û zimanê Kurdî pênase dikin.

Mamoste Lence Ehmed li ser girîngiya xwendinê dibêje, xwendin hewcedariya rojane ya girîng a her kesî ye û girîng e ku mirov her roj bixwîne. Lence got, “Xwendin xwarineke giyanî û hizrî ye, bi taybetî jî ji bo ciwan û zarokan. Divê ciwan û zarok zêdetir bala xwe bidinê û divê êdî Kurdî nebe zimanekî jibîrkirî û paşguhkirî.”

Werger ne serketî ne

Di dewamê de mamoste Lence rexne li hinek wergêran dike ji ber ku heta niha nekarîne wergêrên xwe bi Kurdiyeke xweş, zimanekî sade û tê fêmkirin, bikin û wiha pêde çû: “Li şûna wê, wan serî li rêbaza wergerên peyv-bi-peyv û hevok-bi-hevok daye, ku wergereke serketî jê dernakeve. Lewra divê sazî û dezgehên peywendîdar û Wezareta Rewşenbîrî ku bi hûrgilî li ser wan kar bikin û wan binirxînin û piştre jî belgeya wergêriyê bidin wan.”

Naskirina çîrok û pirtûkên Kurdî girîng e

Herwiha Nûnera Dezgeha Çandê ya Cemal Îrfan Tanya Fazil behsa wê yekê kir ku pirtûk çavkaniya bidestxistina agahî û zanîne û got; “Di dema xwendina her pirtûkekê de mirov geştekê di nava çand û rêûresmên xelkê de dike. Her wiha ji bo me xwendina pirtûkên nivîskarên Kurd gelek girîng e.” Tanya Fazil bal bire ser wê yekê ku naskirina zarokên Kurd a çîrok û pirtûkên Kurdî û jibîrnekirina zimanê dayikê yek ji rêyên herî sereke û herî girîng a parastina neteweya Kurd ji windabûnê ye.

Çavkaniyên biyanî kêm in

Herwiha Hawnaz Refîq ku jineke din e ku xwînerek baş ya pirtûkan e, eşkere kir ku rêjeya kesên xwîner zêde bûye û bênavber xwîner berê xwe didin xwendina pirtûkan. Herwisa da zanîn ku xwendin ji bo şiyana nirxandin, gotûbêjkirin û asta zanîna kesan tişta herî girîng e. Di dawiyê de Hawnaz diyar kir ku ferhenga Kurdî ji pirtûk û çavkaniyên biyanî kêmtir e, xwendina bi Kurdî dê bandorê li reseniya zarokên Kurd bike û pêwîstî dît ku zêdetir giringiyê bidin çavkanî û pirtûkên Kurdî.

RONEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.