Pirtûkeke nû ya çîrokan bi navê “Kaxeza Vala” derket. Pirtûka ku ji aliyê Erdal Aktaş ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Pallê derketiye.
“Kaxeza Vala” pirtûka pêşî ya Erdal Aktaş e. Di pirtûkê de 10 çîrok cih digirin.
Di berga pirtûkê de wisa hatiye gotin, “Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e‒ hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bimîne? Eger destekî nûranî cihê dinyayê biguherîne û ji rojê dûr bixe, roja îniyê dê çawa biqede? Ew dê çawa bibe sibe û roja duşemê bê? Na... bi Xwedê na... Roja duşemê nayê! Ez dizanim nayêêê!”
Erdal Aktaş di sala 1980’yî de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Beşa Zanistên Fenî xwendiye. Nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W û Yokuş Yola de weşiyane. Ew li Amedê dijî.
NAVENDA NÛÇEYAN