Ev wêne ji nav 2 hezar û 500 wêneyî wêneyê herî baş hat hilbijartin. Wênegira amator Carolina Fraser ev wêne li Teksasê girtiye.
Çûka bi navê “Greater Roadrunner” ku bêhtir li Emerîkayê heye, di hingura êvarê de tozê radike, gava tozê radike toz û zeraqên tavê bi hevre dîmenekî balkêş û xweşik derdixin holê. Perikên çûka “Greater Roadrunner” di nav tozê de dimînin û bi saya ronahiya rojê rengên perikên wê dibiriqin û ew xweşiktir dibe. Di vê kêlîyê de Carolina Fraser pêlî bişkoka wênegira xwe dike û vî dîmenî digire.
Çûka bi navê “Greater Roadrunner” toz û xweliyê radike ser serê xwe û serê xwe bi vê tozê dişo. Juriyên kovara Audubon ji ber bikaranîna ronahiyê ya bi hostekarî ev wêne hêjayî xelatê dîtine. Her wiha resenbûn, qelîteya teknîkî û nirxa wê ya hunerî jî bala juriyê kişandiye û ev wêne wekî yê herî baş dîtine. Wêneyê Carolina Fraser vê havînê dê di kovara Audubon de were çap kirin. Kovar bêhtir cih dide wêneyên çûkan.
NAVENDA NÛÇEYAN