• Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û Gundewarên wê, Şêx Mihemed Sadiq El-Asidî bang li ciwanên herêmê kir da ku nehêlin ku şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk ê li ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tesîrê li wan bike

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û Gundewarên wê, Şêx Mihemed Sadiq El-Asidî bang li ciwanên herêmê kir da ku nehêlin ku şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk ê li ser dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tesîrê li wan bike. Wî got, bi yekitî û hevgirtina pêkhateyan ew ê dagirkeran ji Sûriyê derxin. 

El-Asîdî got, pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo valakirina herêmê bi bin ketine, lewma wê dixwest herêmê bi hêsanî dagir bike.

Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk alozî gurtir kiriye, dema xwepêşendanan dest pê kir jî, yekser kamp ava kirin, çekdar şandin Sûriyê û destek da DAIŞ`ê kir, û herî dawî Efrîn, Girê Spî û Eyn Îsa dagir kirin.

El-Asîdî dibêje, stratejiya dewleta Tirk ew e ku şerê psîkolojîk, bi rêya gefan, topbarankirina bêserûber a malên xelkê, ambargo û qutkirina ava çemê Firatê bibe serî. El-Asîdî wiha domand: “Em bang li xelkê Minbicê û gundewarên wê û heta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku bi şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk nexapin. Çiqas alozî dewam bike, ewqas berjewendiyên xwe pêk tîne. Îro gefan li Minbic, Kobanê û Til Temirê dixwe, sibe jî dê gefan li herêmên din ên Sûriyê yên li ser sînor bixwe.”

Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî îşaret bi xirabiyên dewleta Tirk dike û dibêje,“Rejîma Tirk fitne di navbera pêkhateyan de derxist, îdîa kir ku mezhebên li herêmên Rêveberiya Xweser mafên xwe nebirine, lê ev îdîa derew in. Em xwedî welat, gel û axekê ne.”

Neteweya demokratîk çareser dike

Şêx Mihemed Sadiq El-Asîdî dibêje, “Dewleta Tirk ji bo timahiyên xwe pêk bîne, bi têla êlan dilîze, lê bi saya hevgirtina xelkê herêmê, hewldanên wê pûç bûn.” Ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê El-Asîdî îşaret bi neteweya demokratîk dike: “Projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser, projeyeke bêhempa ye û sûdeke mezin li herêmê dike. Em ê bi yekitî û tifaqa xwe li pêşiya êrişên dewleta Tirk bisekinin.” 

ANHA/MINBIC