Li Savurkapi ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, Şeymhmûs Ergînoglû yê 72 salî 26 sal in daran diçîne. Ergînoglû, heya niha li nav zeviyekî 48 donimî gelek dar çandine û hema bibêje daristanek çêkiriye. Şêxmûs got: "Ev der ne ya min e, ya her kesî ye."

Li vê devera navbirî nêzî 14 hezar dar hene. Di nav van daran de darên çamê, darzeytûn, gûz, hejîr û hwd hene.

Ergînoglû ku wekî Apê Şêxmûs an jî Amo Şêxmûs tê naskirin, bi eslê xwe ji Hezoya Êlihê ye, lê belê pir zû de koçî Mêrdînê kiriye. Ergînoglû, piştî 25 salan şifêriya kamyonê, di sala 1995'an de teqawid dibe. Piştî teqawid dibe, ewilî ji bo avê peyda bike li gelek deveran bîr kolandine. Ava kaniyên li Mêrdînê hema bibêje gelek jê bi saya wî diherikin. 

Paşê bi alîkariya Midûrê Daristanê yê Bajêr li Taxa Savûrkapiyê zeviyekî 48 donimî dike daristan. Ergînoglû, darên çamê ji Midûriyeta Daristanê peyda kirine û darên din jî bi derfetên xwe peyda kirine û ji avdaniya daran bigire heta bi dermanên wan her tiştî bi derfetên xwe dike. 

MA/MÊRDÎN