Bi têkoşînê serfiraz in

Duşem 7 Sibat 2022 - 22:12

  • Meşvan Zîlan Kaya: Hepsa Amedê ji bo min sembolek e. Heger di wan şertên hovîtiyê de mirovên me karîbûn li ber xwe bidin, naxwe gelek tişt hene ku em bikin. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşe.

ERKAN GULBAHÇE/BARIŞ BALSEÇER / DARMSTADT/PARÎS

Înternasyonalîst û ciwanên Kurd ku bêbextî û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke dirêj protesto dikin.

Meşa wan du roj li pey xwe hiştin. Her du koman jî tevî şiliyê û astengkirinên bi destê polêsan, meşên xwe bi coş û peroş dewam dikin. 

Înternasyonalîst ji welatên Katalanya, Bask, Fransa, Swîsre, Belçîka, Spanya, Elmanya, Skoçya, Ingilîstan, Fas, Danîmarka, Brezîlya, Meksîka, Kolombiya, Ekwador, DYE, Holanda, Çîn, Îrlanda û Ermenistanê tevlî herdu meşan dibin. Hejmara wan jî doh zêde bû û ji 150’î bihurî. Înternasyonalîstên ji Frankfurtê dest bi meşa xwe kiribûn, roja pêşî meşa xwe bi çalakiyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê bi dawî kiribû. Ew bi şev li malên welatparêzan bûn mêvan û dîtira rojê sibehê jî meşa xwe ji Darmstadtê ber bi Bensheimê dewam kirin. 

Bibîranîna Ronahî û Bêrîvan

Înternasyonalîst ji navenda Darmstadtê heta bi Bensheimê 22 kîlometroyan meşiyan. Bi vî awayî bi temamî wan 56 kîlometro rê li pey xwe hişt. Ew îro ji Bensheimê ber bi Mannheimê ve dimeşin. Ew ê wekî din tevlî çalakiya bibîranînê ya ji bo Ronahî û Bêrîvan jî bibin;

Ronahî û Bêrîvan ji bo protestokirina qedexekirina PKK´ê 22´yê Adara 1993´yan bedena xwe dabûn ber agir.  

Êş hevpar in

Di nava înternasyonalîstan de hejmara ciwanan zêdetir e. Napadan Seytan ê 23 salî li Elmanyayê dimîne, ew bi eslê xwe ji Taylandê ye.

Napadan Seytan perwerdeya pîşeyî dike û di beşa pisporiya firotinê de di sinifa dawî de ye. Ev du sal in têkoşîna azadiyê ya Kurdan nas dike. Ev salek e jî ew di nava xebatên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) cihê xwe digire. Ew dibêje, wî dîtiye ku aliyên hevpar ên êşên xelkê yên li Taylandê û li Kurdistanê hene: “Piştî ku min pirsgirêka Kurd nas kir, min fêm kir ku êş negirêdayî cografyayê ne. Min dît ku aliyên hevpar ên êş û azarên li Kurdistan û Tayland hene.”

Dengê xwe li dijî faşîzmê bilind dike

Napadan Seytan li bajarekî Taylandê yê li ser sînorê Myanmarê dimîne. Ew wiha dewam dike: “Şerekî naxweyî yê ciddî heye. Carinan ên ku ji şerê navxweyî direvin tên herêma me. Ji ber ku êşên wan kezeba min dişewitînin, gava min êş û azarên li Kurdistanê dîtin, min biryar da ku divê ez ji bo miletê Kurd tiştinan bikim. Ji ber wê ez niha li vir im, ez pê serfiraz im. Ez hatim piştgiriya têkoşînê bikim, dengê xwe li dijî faşîzmê bilind bikim.”

Divê herkes têbikoşe

Di meşa dirêj a ciwanan a li Fransayê de jî ji her aliyê Ewrûpayê ciwan beşdar dibin. Yek ji wan Zîlan Kaya ya 20 salî ye. Ew li Elmanyayê hatiye dinê û niha li zanîngeha Dortmundê beşa dîrok û siyasetê dixwîne. Ew dibêje, “Têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna Bêrîtan, Zîlan û gelek kesên din gelek bandor li min kir. Ez pê serfiraz im ku parçeyek ji vê têkoşînê me. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, em nasekinin.

Hepsa Amedê ji bo min sembolek e. Heger di wan şertên hovîtiyê de mirovên me karîbûn li ber xwe bidin, naxwe gelek tişt hene ku em bikin. Ez bang li her kesî dikim ku ji bo azadiya Rêber Apo tê bikoşe.”

Yekî din ji beşdarên meşê jî Serhat Toprak ê 25 salî ye. Ev du sal in li bajarê Swîsreyê Zurichê dimîne. Ji ber ku gava ew li Enqerê xwendekar bû, cezayê hepsê lê hat birrîn, penaber bûye. Toprak dibêje, hem weke xwendekar û hem jî gava weke karkerê demsalê çûbû herêma Derya Reş, ji ber ku bi Kurdî peyiviye, bûye armanca êrişên nijadperest. Lê wî têkoşîna xwe dewam kiriye. Ji bo meşa dirêj a ciwanan jî ew dibîje, “Mirov li ber komployê rabe, azadiya Rêber Apo misoger bike, maneya vê ew e ku mirov di heman demê de li ber înkarkirina Kurdan jî radibe. Em li ku dibin, bila bibin, em ê têkoşînê dewam bikin.”

Meşa Înternasyonalîstan wê Saarbruckenê bi dawî bibe û ew ê 12´ê Sibatê tevlî çalakiya li Strasbourgê bibin.

Ciwanên li Fransayê jî îro wê ji Colmarê ber bi Ostheimê ve bimeşin. Di dawiya meşa 6 rojan de, wan ê 120 kîlometro rê li pey xwe hiştibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.