- Peykersaz Gil Bruvel bi dar û textan rûyên mirovan yên bê “nasname” çêdike.
Peykersaz Gil Bruvel bi dar û textan rûyên mirovan yên bê “nasname” çêdike. Ji bo karibe van rûyan çêke bi hezaran textik bikaranîne û niha van peykerên xwe di pêşangeha xwe ya bi navê “Rû bi Rû” de nîşanî xelkê dide. Bruvel van rûyên ji dar û textikan, bi teknîka “y akisugi” çêdike. Ev têknîk teknîkeke dar şewitandinê ye û li Japonyayê pirr tê bikaranîn.
Têkiliya Bruvel a bi daran re bi saya bavê wî yê ku necar e, dest pê dike. Ew ji bavê xwe hînî teknîka vî karî bûye. Lê bi demê re xwe bi pêş ve biriye û li kargeha bavê xwe gelek wext derbas kiriye da ku karibe tiştên hunerî biafirîne. Gil Bruvel li gorî hestên ku dixwaze derxe holê, darên xwe dişewitîne û piştî ku daran dişewitîne, boyax dike û bi rengan hestên cuda derdixe holê.
Ev peykerên Bruvel di heman demê de weke pîkselên dîmenan jî tên xuyanê. Wî bi van daran de ku weke pîkselan tên xuyanê, şêweyên geometrîk ava kirine. Pêşangeha Bruvel ya “Rû bi Rû” heta 14’ê Gulanê li Parîsê, li “Galerie Montemartre” dê vekirî be.
PARÎS