- Hunermenda Lîtwanî, Severija Incirauskaite-Kriauneviciene, bi neqşên xwe tê nasîn. Neqşa bi ta û derziyê. Lê ew neqşên xwe li ser cawekî di tarê de şidandî çênake.
Hunermenda Lîtwanî, Severija Incirauskaite-Kriauneviciene, bi neqşên xwe tê nasîn. Neqşa bi ta û derziyê. Lê ew neqşên xwe li ser cawekî di tarê de şidandî çênake. Ew neqşên xwe li ser metalan çêdike. Wê rêzeberhemeke neqşên li ser mîfer û zirîpoşên eskerî jî çêkiriye. Li ser wan, wê bêhtir, gul neqişandine. Ew neqşên gulan ên li ser rûyên balgehan tînin bîra mirov. Li ser qaqilkeke zingargirtî ya guleyekê jî wê nivîsiye, “bi hezkirin…” û paşê gul neqişandine.
Ew bi tercîhkirina metalê weke bingehê neqşên xwe, li aliyekî qebqebûyê dike li têgihiştina, “neqş karê malê ne” li aliyê din jî ew objeyên “piştî serdema sovyetê” vediguherîne huner. Bi ya wê ev obje dikarin xwedî estetîkeke nostaljîk bin, lê esas ew hişyar dikin û berê mirovan “bi awayekî nû” didin “rabihuriyê”.
NAVENDA NÛÇEYAN