Bi stranbêjiyê çanda gel diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:46

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM / NÛJINHA / REQA 

Li Rêveberiya Xweser tevî hemû êrîşên leşkerî û şerê taybet dewleta Tirk gelek jinên ciwan bi rêbazên cur bi cur ji bo parastina ax û çanda xwe di nav tekoşînê de ne. Yek ji wan jinên ciwan jî Geşbîn Nebo ya 19 salî ku ji kantona Firatê ye û li Reqayê dijî û ji bo parastina çanda xwe di nav hewildanan de ye.

Geşbîn Nebo ya ku bi stranbêjiyê çanda gelê heremê vedibêje got: “Bi saya piştgiriya heval û mamosteyên xwe, min di stranbêjiyê de xwe pêş xist û tevli navenda çand û hunerê bûm. Min gelek perwerdeyên deng dîtin, ji ber wê min xwe di warê stranbêjiyê de bi pêş xist.” Geşbîn Nebo der barê girîngiya rola jinan di hunerê de, bi taybetî jî stranbêjiyê jî got: “Stranbêjî rastiya jinan û ruhê xwezayê temsîl dike û hebûna jinan di vî warî de cihê kêxweşiyê ye. Bi taybetî jinên di qada şer a li herêmê de mînak e.”

Ji hemû rengan hezkirina stranbêjiyê

Geşbîn Nebo di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez hewl didim rola jinan di vî warî de aktîf bikim û ji hemû rengan hezkirina stranbêjiyê bidim wan. Hebûna min a li vê derê ji bo hemû jinên ciwan teşwîqek e ku bikevin her karî. Di heman demê de ez hewl didim bi şayana xwe bandorê li nêrîna civakê ya der barê jinan de bikim, li ser bûyeran û herêmên cuda jî gelek xebatên min hene.”

Nihêrîna şaş a li ser jinan diguherîne

Geşbîn Nebo der barê zehmetiyên li pêş de jî ev tişt got: “Weke jineke ciwan dema ku ez derketim ser dikê û min stranan got, pir ditirsiyam lê yek ji wan kesên ku herî zêde cesaretê da min bavê min bû. Stranbêjî ji bo min pirr cuda ye û ez pê hestên xwe parve dikim. Stranbêjî di warê diyarkirina çanda gelan û şoreşa herêmê de jî girîng e. Ji ber ku hem bi Kurdî, hem bi Erebî stranan dibêjim, hem jî bi vê yekê hewl didim çanda Reqayê ya herêma Firatê û çanda Kurdî derxim holê.”

Geşbîn Nebo diyar kir ku bi stranên xwe nêrîna civakê ya neyînî ya li ser jinan guherandiye, bi taybetî di warê hunerî de û her wiha bûye jineke ku jinên ciwan teşwîq dike ku jêhatiyên xwe bi pêş bixin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.