Bi stranan piştgiriyê mezin dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 1 Adar 2023 - 01:23

DÎREN DÎCLE ERDEN/LONDON

Koroya Jinan a Rengîn ji bo piştgiriya erdhejzedeyan, li kolanên qelebalix ên Londonê stranan dibêjin û banga piştgiriyê dikin.Koro alîkariyên madî ku kom dike, digîhîne erdhejzedeyan.
Piştî erdhejê li Londonê di piştgiriya sazî û rêxistinên Kurd, Elewî, çepgir û şoreşgeran de, jin li refên herî pêş de ne. Koroya Jinan a Rengîn jî bi xebatên komkirina alîkariyê, piştgirî didin xebatên alîkariyê yên bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Londonê.

Li gel 80 endamên xwe

Koroya Jinan a Rengînku di bin siwana Komeleya Çandî ya Karkerên Koçber xebatên mûzîkê dimeşîne, ji bo birînên ji ber erdhejê bipêçin, bi enstrûmantal û qutiyên alîkariyê, derdikevin kolanan. Li herêmên cuda yên Londonê koro bi 80 endamên xwe dadikevin kolanan, hem alîkariyê kom dikin, hem jî xelkê derbarê sedemên erdhejê û ji bo belavkirina adilane ya alîkariyan dikarin çi bikin, agahdar dikin.

Hêviyên piştgiriyê nû bûn

Jinên ku li herêmên herî qelebalix ên bakurê Londonê tên ba hev û stranên xwe dibêjin, ji bo erdhejzedeyan alîkariya neqdî kom dikin. Şefa koroyê Zuhal Yildirim derbarê çalakiya xwe de agahî dan û got; ji vê qonaxa bi êş, ew ê bi hêza piştgiriyê derkevin:’’Di demeke ku taqet û hêza tiştekî bikin nebû, ev çend roj in piştgiriya ku em bi hev re rêxistin dikin, biçûk be jî bû wesîle ku hêviya me nû bibe.’’Yildirim destnîşan kir ku endamên koroyê ku xizmên xwe di erdhejê de jidest dan jî, tevî êşa xwe jî, tevlî çalakiya komkirina alîkariyê dibin û di nava hewldanê de ne. 

Mûzîk amûra vegotina derdê xwe ye

Yildirim destnîşankir ku ew ê demekê dersên xwe yên ku her hefte bi sîstem pêk tînin, li cihên cuda yên Londonê pêk bînin û destnîşan kir ku di dîrokê de stran ji bo veguhestina xemgînî û serîrakirinê amûreke û piştgiriyê mezin dike. Yildirim got;’’Mûzîk bi tenê ji bo kêfxweşiyê nayê kirin. Rola xwe ya herî girîng hişeke dîrokî ye. Em ê li meydanan bin, ji bo balê bibin ser erdhejê û tiştin dane jiyîn, stranên xwe bibêjin. Em ê bêjin ev cîhan têra herkesî dike, ev nan têra herkesî dike. Em ê ji Xizir Paşayan re bibêjin, em serî natewînin. Em ê bi stranên xwe qala berxwedana partîzanan bikin.’’

Em ê bi piştgiriyê derbas bikin

Yildirim anî ziman ku xebatên li meydanan ji bo bala mirovan bikişînin û baweriya wan bi dest bixin, amûreke girîng e û bang li jinan kir ku piştgiriyê mezin bikin wiha dawî li axaftina xwe anî:’’Stran gotina li meydanan yek ji rêbaza ku em bikar bînin e. Bijî Piştgiriya Jinan. Em ê ji van rojên reş, bi hêza baş a piştgiriyê derbikevin."

Yildirim destnîşan kir ku wê Koroya Jinan a Rengîn piştgiriyê dewam bike û di rojên pêş de li taxên qelebalix ên Londonê çalakiyên qelebalix pêk bînin. Li meydana bi stranên xwe piştgiriyê dewam bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.