• QSD´ê da zanîn ku wê bi Operasyona Sondê 36 sîxurên dewleta Tirk li Qamişlo, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê girtine. Gelej ji wan li sûcên xwe mikur hatine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî sîxur û ajanan ên ku bûne sedema şehîdkirina hejmarek şervan û fermandarên pêşeng li seranserê herêmê, “Operasyona Sond” da destpêkirin.

QSD´ê li ser malpera xwe ya fermî li ser mijarê got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe dixwaze zemîn û şertên dagirkeriyê ava bike. Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne, alîkariya eşkere û ya veşartî dide DAIŞ’ê. 

Lê belê ji bilî destekdayîn û amadekirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker bi xwe jî yekser bi riya saziyên xwe yên îstixbaratê ji bo avakirina bê îstiqrarî û aloziyan di nava liv û tevgerê de ye. Artêşa Tirk a dagirker û saziyên wê yên ewlekariyê di herêma me de xebateke berfireh a çêkirina sîxur û ajanan ava dikin. Ji bo vê xebatê bûdceyeke mezin veqetandine. Bi van rêbazên qirêj ên sîxurtiyê dixwazin fermandar û şervanên QSD, hêzên ewlekariyê, her wiha kesayetên ku di Rêveberiya Xweser de cih digrin, bixin hedef. Li ser vê bingehê, heya niha bûne sebebê şehadeta gelek heval û şexsiyetên welatparêz û civakî yên nas kirî.”

Tevna sîxûran hat hilweşandin

QSD´ê da zanîn ku ew jî li dijî vê siyaset û van êrişan xebateke berfireh dimeşîne û wiha dewam kir: “Wek QSD di çarçoveya vê xebatê de me ´Operasyona Sond´ê dest pê kir. Ji ber ku dema hevalên me, fermandarên me yên hêja Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Egîd Girkê Legê şehîd ketin, me soz dabû ku em ê hesab ji failên wan bixwazin. Ji bajarên Qamişlo, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cih digirin, hatin binçavkirin. Qismekî mezin ji vana ji ber ku belge û îspat di destê me de hebûn, di dema lêpirsînê de neçar man ku li sûcên xwe mikur werin. Qismekî hindik ji vana jî lêpirsîna wan dewam dike. Van şaneyên sîxur û ajanan zirareke gelek mezin da xelkê heremê û bûne sebeba şehadeta gelek insanên me. Destê wan di êrişa hewayî ya li bajarê Til Temirê ku di dîroka 19 Tebaxa 2021’an de pêk hatî hebû û bûn sedema şehadeta rêheval Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rênas Roj û hevalên wan. Ango bi giştî bûne sedema şehadeta 6 hevalan. Her wiha sîxurên ku destê wan di şehadeta rêheval Dilar Heleb û 2 hevalên wê de yên ku 20 Nîsana 2022’an li Kobanê şehîd bûne û ajanên ku 20’ê Cotmeha 2021’ê bûne sedema şehadeta heval Hecî û rêhevalên wî jî di destê me de ne.”

Berpirsê şehadeta 11 şervanan hat girtin 

QSD´ê wekî din da zanîn ku ajanê ku li Herêma Dêrazorê bûye sedema şehadeta 11 şervanên QSD’ê jî hatiye girtin.

QSD´ê wekî din gelek sîxurên ku agahî, vîdeo, wêne û koordînat didan dewleta Tirk a dagirker jî girtin.

Ev şaneyên sîxuran ên ku hatine girtin û lêpirsîna wan bi dawî bûye, sewqî saziyên edaletê hatine kirin. Qismê din jî lêpirsîna wan dewam dike. Her wiha kesên xayîn ên ku ev şebekeyên sîxuran tenzîm kirine û bi rê ve birine, pirraniya wan li Herêmên Dagirkirî dimînin. Ango li cihên weke Serêkaniyê, Efrîn, Cerablûs û Bab, Ezaz û li bajarên weke Mêrdîn, Riha û Dîlokê dimînin. Di vê pêvajoya operasyona Sondê de hinek ji van kesên ku şebeka sîxurtiyê rêxistin dikin û bi rê ve dibin, hatin ceza kirin.”

Çi dûr û çi nêzîk wê hesab bidin

QSD bibîr xist ku wê sond xwaribû û soz dabû şehîdan û wê ev sonda xwe bi cih aniye. Wê wiha dewam kir: “Çi kesê ku xiyanet li erd, welat, gel û civaka xwe bike, ji dagirkeriya Tirk re sîxurtiyê bike, çi nêzîk çi jî dûr, hesab wê jê were xwestin. Wê cezayê ku heq kiriye bixwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN