Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên Gerîlayên Azadiyê yên li herêma Zapê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.
HPG’ê got,li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 28’ê Îlonê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hatiye cezakirin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên YJA Starê jî 28’ê Îlonê saet di 19:30 û 22:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê 2 dagirker ceza kirine.
Heman rojê saet di 20:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî gerîlayan bi sekvaniyê dagirkerek ceza kiriye.
HPG´ê wekî din da zanîn ku dewleta Tirk êrişên bi sîlehên qedexekirî jî dewam kirine.
BEHDÎNAN