• Li Êlihê 4 ciwanan bi 3 zaravayên Kurdî sepana mobîl a "Qurana Kurdî" çêkir.

FETHÎ BALAMAN / MA/ÊLIH

Li Êlihê 4 ciwanan bi 3 zaravayên Kurdî sepana mobîl a "Qurana Kurdî" çêkir. Her wiha di sepanê de pêşgotinên Kurdî, navên zarokan ên bi Kurdî û agahiyên derbarê dîroka Kurdî de jî hene. Sepan bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî ye û li ser App Store û Play Storeyê ye. 

Berdevkê koma sepanê Ronî Bedirxan got, armanca wan ew e warên jiyanê hemûyan bikin Kurdî û piştî vê dê sepaneke derbarê çand û hunerê Kurdî de çêkin. 

Bedirxan têkildarî sepana "Qurana Kurdî" got, wan ev sepan ji bo kesên ku dixwazin dînê xwe bi Kurdî bibihîsin û bi Kurdî bixwînin, çêkiriye: "Em çar heval, me ji bo vê yekê zend û bend badan û piştî çend civînên rûtîn, me fizîbîlîteya kar çêkir û ewilî me li studyoyekê meala Kurmancî tomar kir. Me par di meha Remezanê de sepana xwe dabû nasandin û me bi awayekî bêheq pêşkeşî gelê xwe kiribû." 

Bedirxan, destnîşan kir ku piştî bertekên erênî, wan projeya xwe bipêşvetir biriye: "Em ji bo meala bi Kirmanckî, bi nivîskar Roşan Lezgîn re axivîn. Lezgîn, pêşî meala Kirmanckî nivîsî û paşê ew bi deng tomar kir. Ji bo me hêla herî girîng a vê sepanê ev bû. Ji lew re di nava zaravayên Kurdî de warê herî bi sînor zaravayê Kirmanckî ye. Gava me dest bi vî karî kir, me dît ku di warê Kurmancî de hin hewldan hene, li ser YouTubeyê xebatek hebû. Lê me ji bo zaravayê Kirmanckî tiştekî wiha nedîtin. Em dikarin bibêjin, ev xebata me ji bo Kirmanckiyê bû mîladek. Ji bo Soranî jî li Başûrê Kurdistanê sepanek wiha heye. Me bi destûra xwediyên vê xebatê, ew jî daxilî nava sepana xwe kir." 

Xwendin jî û guhdarkirin jî

Bedirxan, destnîşan kir ku kesên bixwazin, dikarin sepana wan ji App Store yan jî Play Storeyê daxînin: "Hem dikarin meala Quranê ya Kurmancî, Kirmanckî û Soranî bixwînin hem jî lê guhdarî bikin. Zimanê bikaranînê yê sepana me Kurdî ye. Di beşa ‘Ayetên li gorî mijaran’ de kîjan ayetê bixwazin, dikarin wê ayetê bixwînin û lê guhdarî bikin. Û di beşa ‘Ferhenga Quranê’ de jî dikarin wateya hin têgehên dînî bibînin." 

Bedirxan, da zanîn ku beşeke sepanê jî "Hebana Kurdî" ye û di vê beşê de pêşgotin û wateyên wan, navên zarokan ên bi Kurdî û derbarê dîroka Kurdî de agahî hene. Bedirxan, destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî ew dixwazin sepaneke derbarê çand û hunerê Kurdî de çêkin.