Bi saya şoreşê li ser axa xwe me

În 1 Adar 2024 - 00:56

SILAVA EBDUREHMAN / ANHA / QAMIŞLO

Piştî 18 salan li xerîbiyê Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî, kurê şehîd Şêx Maşûq vegeriya warê xwe û ji ANHA’yê re wiha axivî: "Di her sîstemekê de erênî û neyênî hene. Lê bi saya vê projeyê ez îro li vir li ser xaka Rojava me. Berî 18 salan ziman, nasname, xewn, armanc û daxwazên me ji me hatibûn standin. Tu hebûna me li ser nexşeyê tune bû. Lê îro em li ser erdê xwedî hebûn û hêz in."

Der barê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li ser bingeha serhildana 12’ê Adara 2004’an de El Xeznewî got:“Tiştê ku li ser erdê hatine pêkanîn hêviyên şêxê şehîdan Maşûq El Xeznewî bi temamî pêk neanîne. Kêmasî hene. Dema ku ev kêmasî bên çareserkirin wê demê em dikarin bibêjin ku hêviyên şêxê şêhîdan pêk hatin. Tiştê ku hîn nehatine pêkanîn yekbûna tevgera siyasî ya Kurdî ye. Dema ku ew jî pêk bê em dikarin bibêjin ku hêviyên tevahî şehîdan pêk hatin.”

El Xeznewî der barê axaftina olî ya li dijî Kurdan di serî de axaftina Erdogan de got:“Ne tenê Erdogan, her wiha gelek dewlet û tevgerên siyasî her tiştê pîroz li gorî xwe bi kar tînin. Her wiha dewletên îslamî jî îslamê li gor berjewendiyên xwe yên kesayetî û partîtî bi kar tînin. Divê dewlet ji îslamê bê cudakirin. Divê zalimên ku olê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin bên cezakirin. Wan bi navê olê nasname û mafên me standin, fîtne di nav birayan de derxistin, mal û xaniyên me talan kirin. Ol pîroz û girîng e lê pêwîst e em ji wan hişyar bin ên ku olê li dijî xak, bira û neteweya me bi kar tînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.