CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANF / KOBANÊ
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê got, "Bi saya şoreşa Rojava em bi Kurdî diaxivin, dixwînin û dinivîsînin, divê em hîn zêdetir xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin."
Bekir Ceradê têkildarî bipêşketina zimanê Kurdî got, "Di dîroka xwe ya qedîm de gelek komkujî bi serê gelê Kurd hatine. Gelek serhildan çêbûn, Şêx Seîd, Seîd Riza û gelekî din ji bo xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin, rabûn. Gelek mamoste jî di dîroka Kurdan de ji bo xwedî li Kurdî û zimanê xwe derkevin rabûn, Celadet û Cegerxwîn bê navber têkoşiyan. Lê di wê demê de zanîngeh û xwendin bi zimanê Kurdî nebûn. Piştî şoreşa Rojava, saziya zimanê Kurdî hat vekirin, me dest bi xwendinê kir. Mamoste Viyan ku yek ji mamosteyên mohra xwe li şoreşa ziman dayî, ew jî ji bo bipêşketina ziman bi roleke gelekî girîng rabû. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser êdî fermî karê perwerdekirina bi zimanê dayikê dest pê kir.
Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Weke netewên din, divê em neteweya Kurd jî xwedî li zimanê xwe derkevin û nifşên nû bi zimanê xwe bidin avakirin. Divê em hîn zêdetir xwedî li Kurdîtiya xwe derkevin û em van destketiyan biparêzin. Va ye bi hezaran mamoste gihîştin astên mezin."