‘Bi saya Rêber Apo em gihiştin vê astê’

Duşem 7 Adar 2022 - 22:52

  • “Em bang li jinan dikin, 8’ê Adarê bikin roja îrade, azadî û xweşiyê. Bi saya fikrê Rêber Apo em gihîştin vê astê û ev roj wê bibe roja azadiya Rêber Apo.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Jinên Ereb ên gundê Hesawîkê dibêjin, beriya niha li herêma wan ti wateya 8’ê Adarê nebû; “Em bang li jinan dikin, 8’ê Adarê bikin roja îrade, azadî û xweşiyê. Bi saya fikrê Rêber Apo em gihîştin vê astê û ev roj wê bibe roja azadiya Rêber Apo.”

Li gundê Hesawîk ê ser bi Şengalê, jinên Ereb bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. 

Fatma Mistefa yek ji wan jinan bû. Wê got, “8’ê Adarê ji bo tevahiya jinan rojeke girîng e, di vê rojê de jin dikarin dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafê xwe bikin. Beriya niha di nava civaka me de ti wateya vê rojê nebû. Lê niha, ev hatiye guhertin, ev yek piştî perwerdeya ji bo jinan hate zanîn. Bi perwerdeyê rola jinê li herêma me baş tê nirxandin. Berê zilamî hertişt ji bo xwe maf didît, lê niha ne wisa ye. Li kêleka zilam jin jî dikare her karî bike, jin êdî çek jî hildigire. Ev ji bo me û herêma em tê de tiştekî nû ye. Niha jin dikarin xwe bi rê ve bibin û biparêzin. Ev roj roja berxwedanê ye. Bi saya Rêber Apo em gihiştin vê astê û ev roj wê bibe roja azadiya Rêber Apo.”

Bi rêxistinê dest pê kir

Ji wan jinan Ehlam Mihemed jî dibêje, “Hêza jinê heye û dikare her tiştî bike, jin xwedî îrade ye û divê biryarên zilaman li ser jinê, neyên qebûlkirin. 8’ê Adarê ji bo me rojeke girîng e, ji dema rêxistinbûn di nava me de çêbûye, ev roj li herêmê tê pêşwazî kirin. Beriya niha ti qîmeta jinên li van deran nebû, divê hîn zêdetir jin bibin xwedî îrade, divê jin bibin yek û rê nedin desthilatdariya zilaman. Ez bang li jinan dikim, 8’ê Adarê bikin roja îrade, azadî û xweşiyê. Li herêma me, di aliyê jinan de gelek pêşketin heye, ev pêşketin jî bi saya fikir û raman Rêber Apo ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.