• Ev guldanka xweşik a ku kes pê nizane çend salî ye, lê pirr kevn e, li Ingilistanê bi awayekî tesadûfî li mala kesekî hat dîtin.

Ev guldanka xweşik a ku kes pê nizane çend salî ye, lê pirr kevn e, li Ingilistanê bi awayekî tesadûfî li mala kesekî hat dîtin. Xwediyê malê jî nizanîbû ku ev guldank ewqasî kevn û bi nirx e. Merivekî cerrah, sala 1980’yî ev guldank kiriye û piştî ku miriye jî guldank maye ji kurê wî re. Lê haya kurê wî ji vê yekê tine bûye ku ev guldank ewqasî bi nirx e. 

Cara ewil hevalê kurê vî mêrikî, ku ew bi xwe pisporê berhemên kevnar e, bi vê guldanka xweşik dihise û dibêje, ev guldank pirr kevn e. Piştî hin lêkolînan, jidil jî hîn dibin ku ev guldank ji serdema împeretoriya Çînê ya Qianlong maye û guldankeke pirr bi qîmet e. Wisa tê texminkirin di dema dagirkirina Çînê de ev guldank hatiye Ingilstanê û ji hêla vî cerrahî ve hatiye kirrîn. Yanî ev guldanka xweşik, nîşaneya talana dagirkeran e. Lê baş nayê zanîn ka ew çi çaxî û bi çi awayî hatiye û gihiştiye Ingilistanê.

Guldank ji porselen hatiye çêkirin û bi şînê ku li Çînê jê re “Şînê qurbanî” tê gotin, hatiye xemilandin. Sembolên li ser guldankê felsefe û ola Taoîzmê rave dikin. Ew jî di sedsala 18’an de pirr navdar û popûler bûye.

LONDON