Bi sabotajan dagirker kuştin

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 00:39

Gerîlayên Kurdistanê di 8 çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di 8 çalakiyên hêzên me de herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 31 caran bi bombeyên qedexe, çekên kîmyewî û gaza îsotê, 2 caran bi balefirên şer, 50 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Hatiye tespîtkirin ku çekên kîmyewî yên li çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê hatiye bikaranîn tehma wan şîrîn û bêhna wê jî giran e.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

Di 29’ê Îlonê de dagirkeran dema ku xwestin bikevin çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, hêzên me 3 caran bi sabotajê li wan xist. Di van çalakiyan de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.

Di 2’ê Îlonê de saet di 08.40’an de tîmên me yên gerok bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 2 dagirker ceza kirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 08.30’î de dagirker dema ku li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tevgeriyane, bi sekvaniyê li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kirin.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.20’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê da û dagirkerek ceza kir.

Di 2’ê Cotmehê de saet di 16.00’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê ketine tevgerê, hêzên me bi çekên giran li wan da. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

 

Li Metînayê

Di 1’ê Cotmehê de bi şev dema ku helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, hêzên me li helîkopterê da. Helîkopter bêyî ku leşkeran deyne, neçar ma ji qadê derkeve.

HPG´ê li ser êrişên Îranê jî got, “Di 2’ê Cotmehê de herêmên Helgurd û Hornê yên Goşînê yên girêdayî Xakurkê, ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombekirin. Bomberdûmanê zirar li rez û baxçeyên gelê herêmê kir.”

 

Rewşa hevalê me giran e

HPG´ê wekî din da zanîn ku di 30’ê Îlonê de şervanê wê Xebat Xançepek ê li herêma Şeranîş a Heftanînê bi erka xwe radibû, ketiye kemîna hêzên Heres Hudud (Parêzvanên Sînor) ên dewleta Iraqê, piştre ji aliyê 4 wesayitên zirxî ve dor lê hatiye girtin. HPG´ê di dewamê de got, “Xwestin ku hevalê me teslîm bibe. Hevalê me Xebat bang li van hêzên derdora xwe dike û dibêje, ew naxwazin şer biqewime, xwestiye ku rêya wan bê vekirin û ew ê di rêya xwe de biçin. Dema hêzên derdora hevalê me xwestin bi darê zorê teslîmbûnê lê ferz bikin, heval Xebat ji bo ku bi saxî nekeve destê wan bi demançeya xwe guleyekê bera xwe dide. Hevrêyê me Xebat ku bi giranî birîndar bû, ji aliyê van hêzan ve radestî Asayîşa PDK’ê hate kirin û ew rakirin nexweşxaneya Dihokê. Li gorî agahiyên li ber destê me; rewşa hevalê me hîna giran e.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.