- Gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên xwe yên bi ruhê 14´ê Tîrmehê de li Avaşîn, Zê, Metîna û Xakurkê 31 dagirker kuştin. Dewleta Tirk 36 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş kir.
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de yên bi ruhê 14’ê Tîrmehê de 31 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, dronek, wesayîteke zirxî û çeperek hatine îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê 14’ê Tîrmehê çalakiyan dike. Di van çalakiyan de 31 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, dronek, wesayîteke zirxî û çeperek hatin îmhakirin.
Dagirkeran 36 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan qadên berxwedanê bombe kirin. Balefirên şer 11 caran û helîkopterên êrîşên jî 7 caran û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê hatin bombekirin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Avaşînê
Di 5’ê Tîrmehê saet 17.00’an de li Qada Berxwedanê ya Werxelê li dagirkeran hate xistin.
Li Zê (Zapê)
Di 2’ê Tîrmehê saet 03.20’an de dagirkeran dema xwestine ber bi tunelên şer ên Şehîd Umîd ve werin, hêzên me li dagirkeran da. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê saet di 08.00’an de dagirkeran hewl da bi kepçe û dozerên zirxî biçin lûtkeya Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara.
Hêzên me li vir li dagirkeran da. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û derb li wesayîtên zirxî hate xistin. Ji ber ku derb li wesayîtên zirxî hate xistin, dagirker neçar mane astekê vekişin. Dagirkeran piştre kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê birin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 08.00’an de dagirkeran hewl da bi wesayîtên zirxî ji qada Çemçoyê biçin Qada Berxwedanê ya Werxelê.
Hêzên me li wesayîteke zirxî da û wesayît îmha kir. Herî kêm 8 dagirkerên di wesayîtê de hatin cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê saet 21.00’an de dronek dema ku li ser Qada Çemçoyê digeriya, hêzên me li dronê da û ew îmha kir.
Li Metînayê
Hêzên me yên YJA Starê yên gerok di 5’ê Tîrmehê de saet di 07.50’an de bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê 4 dagirker ceza kirin.
Di 5’ê Tîrmehê saet 09.20 û 22.00’an de hêzên me du caran bi sabotajê li dagirkerên li Girê Sêdarê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê da û 2 dagirker ceza kirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 23.15’an de sê caran bi sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê hate xistin. Di vê çalakiya gerîlayan a bi koordîne de 9 dagirker hatin cezakirin.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di 13.10’an de tîmên me yên gerok bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî da û dagirkerek ceza kir.
Di 5’ê Tîrmehê de saet di navbera 14.00 û 15.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî da.
Li Xakurkê
Di 4’ê Tîrmehê de saet di 10.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Girê Karker da. Hêzên me heman rojê saet di 16.00’an de careke din bi çekên giran li dagirkeran da. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate îmhakirin.
BEHDÎNAN