Bi ronahiya dronan Stonehenge

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 23:54

Wênegir Reuben Wu ku bêhtir bi projeya xwe ya “Lux Noctis” tê zanîn, bi ronahiyên mezin û bi hêz ku bi dronan ve girê dide, fotografên bêhempa digire. National Greographicê sala 2021’ê jê xwest, ji bo bergê kovarê wêneyekî bigire. Lê wêneyên ku jê dixwestin, ne wêneyên adetî bûn û diviyabû ew wêneyê Stonehenge yên îkonîk bigire.

Beriya ku ev wêne werin girtin, gelek wêneyên Stonehenge hatibûn girtin. Ji lewma jî divê wêneyê Reuben Wu ne weke yên berê hatibûna girtin. Reuben Wu derbarê projeya xwe de got, “Ji ber ku gelek wêne hatibûn girtin, îmaja Stonehenge êdî weke tiştekî ji rêzê dihat qebûlkirin. Ji lewma ev fersendeke baş bû ku ez bi awayekî din Stonehenge nîşan bidim.”

Reuben Wu dide zanîn ku wî ji bo projeyê serê xwe pirr zêde bi burokrasiyê re êşandiye heta ku destûr wergirtiye ji bo vê projeyê. Ji lewma Stonehenge di meydana hewayî ya leşkerî de ye û bi zor û sed zehmetiyan destûr girtiye. Lê piştî ku destûr wergirtiy, bi saya dronan, wî ronahiyek weke çêkiriye ku hiştiye van wêneyan bigire.

Bi ronahiya Reuben Wu kevirên dîrokî yên ku weke Stonehenge tên zanîn, pirr xweşik tên xuyanê. Derbarê Stonehengeyan de heta niha gelek tişt hatin gotin û hîna jî kes nizane ev kevir bi çi awayî li wê erdê hatine danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.