Ji roja 3’yê Tebaxê ve li sê cihên cûda yên daristanên Zagros a li herêma Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê şewat derketiye. Ew cih jî devera Dereweran, Asnewe û Serşîw in. Piştre agir belavî qadek berfireh bûye.
Encûmena Sewz a Çiya bi hevkariya jîngehparêzan di nava hewildanên vemirandina agir de ye û seferberî ji bo vemirandina agir ragihandiye. Piştî banga seferberiyê ji gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê jîngehparêz berê xwe dan cihê şewatê. Li gor agahiyan niha zêdetirî 500 jîngehparêz hewl didin agirê ku li daristanê derketiye vemirînin.
Li gorî daneyên Encûmena Sewz a Çiya, heta niha nêzî 500 hektar daristan, pûş û pawan şewitiye. Hat gotin di vemirandina agir de rolek mezin a jîngehparêzên jin heye.
Di meha borî de ji ber êrişên rejîma Îranê yên li ser devera Kusalan nêzî 100 hektar daristan, puş û pawan şewitîbûn. Di demên dawî de li daristanên Merîwanê jî bûyerên şewatê zêde bûne. Li gorî gotina çalakvanên herêmê, destê rejîmê di derketina van şewatan de heye, dixwazin xwezaya Kurdistanê wêran bikin û xelkê herêmê koçber bikin. Her wiha tê gotin ti hewildanek a rejîmê ji bo vemirandin agir çênebûye.
Hêjayî gotinê ye şewitandina daristanên Zagrosê hemwextê şewitandina daristanên Çiyayê Cudî û Besta ya ser bi bajarê Şirnex a Bakurê Kurdistanê ye ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye pêxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN