Bi rihê seferberiyê em biherikin Kolnê

Duşem 30 Îlon 2024 - 02:55

  • KCDK-E û TJK-E’yê ji bo Meşa Kolnê ya li Elmanyayê ku 16’ê Mijdarê wê bi çarçoweya Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ were lidarxistin daxuyanî dan û gotin,’’16'ê Mijdarê de em ê erd û ezmên bihejînin, jiyanê bisekinînin û peyamê bidin dagirkeran ku nikarin îradeya me teslîm bigirin, nikarin tecrîdê roj bi roj giran bikin’’ û bang li Kurdistaniyan kirin ku bi rihekî seferberî tevlî meşê bibin.

Nûnerên saziyên Kurd û Kurdistanî yên li Elmanyayê ji bo meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê ku wê bi çarçoweya Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ were lidarxistin daxuyaniyeke çapameniyê dan. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyan kir ku jiyanê rawestînin. Sever bang li hêzên komploger ku Rêber Ocalan teslîmî dewleta Tirk kirin û got,’’Divê zanibin ku êdî sebra Kurdan nemaye.’’

Êdî bes e!

Sever bi domdarî diyar kir gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe amade ye ku her berdêlî bie û di sala 2025’an de armanca wan a sereke azadiya Rêber Apo ye. Sever got,’’ Ji ber vê yekê divê bi pêşengiya dostên gelê Kurd, tevgerên jin û ciwanan em bi ruhê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin. Salvegera qedexekirina tevgea azadiyê nêzîk dibe. Meha Mijdarê hem ji bo rakirina tecrîdê hem jî ji bo nîşandana nerazîbûna qedexekirina PKK'ê divê em helwesta xwe nîşan bidin. Gelê Kurd dibêje êdî bes e. Ji ber vê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî vî karî bibe. Dema azadiyê nêzîk e."

Divê em zêdetir têbikoşin

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut jî bi bîr xist ku salvegera komploya navnetewî nêzîk dibe, di ser pêngavê re ya ji bo azadiya Ocalan salek derbas bûye, li gel çalakiyên ku hatine kirine jî wan xeberek ji Rêber Ocalan nestandiye û got,’’Ji bo dengê Rêber Apo bibihîzin û tecrîdê bişikînin divê em hîn bêhtir têbikoşin. Bêguman pêvajoya ku em tê de ne gelekî giran e. Tecrîd çiqasî giran bibe şer jî di wê astê de kûr dibe. Giranbûna şer û tecrîdê bi hev ve girêdayî ye.’’

Em ê jiyanê rawestînin

Zumrut têkilî armanca çalakiyên ku wê ji 1’ê Cotmehê heta bi 16’ê Cotmehê bidomin got,’’Ji 1'ê Cotmehê heta bi 16'ê Mijdarê divê em her roj bi gelê xwe, civaka xwe re mal bi mal bixebitin. Di 16'ê Mijdarê de divê em jiyanê rawestînin. Wê rojê divê her kes deriyê xwe bigire û ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê Kolnê. Wê rojê em li Kolnê li benda gelê xwe ne. di 16'ê Mijdarê de em ê erd û ezmên bihejînin’’ û got,’’Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 16'ê Mijdarê de bi hezaran mirovî em li Kolnê li hev kom bibin."

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan got, "Ji bo şikandina xiyanet, tecrîd û polîtîkayên qirkirina gelê Kurd di 16'ê Mijdarê de em bi ruhê sefeberiyê ji bo çalakiya li Kolnê bixebitin. Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê em li benda gelê xwe ne."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.