Bi rihê 8’ê Adarê tevlî pêvajoyê bibin
Çarşem 5 Adar 2025 - 03:45
- KJK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kir û bang li hemû jin û tevgerên jinan kir ku bi coş û ruhê 8’ê Adarê piştgiriyê bidin banga dîrokî ya Rêber Apo.
Koordînasyona KJK’ê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî di sala 126’emîn de bi kelecan û hêviyeke mezin û ruhê berxwedanê pêşwazî dikin. Di şexsê Roza, Sara, Salîha, Nesrîn û Sevîm Belliyan de ku bi hewlên xwe yên pîroz mîrateya azadiyê ji me re hiştine û em afirandine, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li hemû jinên ku bi serhildêri, eşqa azadiyê û coşa xwe ku ji niha ve berê xwe dane qadan pîroz dikin.
Em hevrêyê jinan ê bêhempa û parêzvanê azadiyê Rêber Apo ku bi afirandina tevgera azadiya jinan ruhê 8’ê Adarê veguherandiye persfektîfeke wisa ku her roj tê jiyîn, bi rêzdarî û hezkirineke mezin silav dikin. Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevlî “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo dibin û serkeftina vê pêvajoyê ya di pêşengtiya jinan de weke erk û rûmeteke dîrokî bibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi ruh û coşa 8’ê Adarê tevlî vê banga ku weke manîfestoya serdemê ye, bibin û bi serkeftinê tacîdar bikin.
Pêşbîniya Rêber APO pêk tê
Şoreşa me ya jinan a di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye xurtkirin û ji aliyê çanda feraseta hişmendiya mêran a serwer ve hatiye afirandin, ber bi azadiyê ve dimeşe, dîrokê bi awayekî berdewam li gorî berjewendiyên jinan diguherîne û çanda azadiya jinan nû dike. Pêşengtiya jinan a berxwedanî a ku bi hemû hebûna xwe bi eşqeke mezin tevlî şoreş û têkoşîna azadiya jinan bûye, ne tenê ji bo jinan, di veguherîna hemû civakê de erkeke bibandor û diyarker girtiye ser milên xwe. Di şexsê Şoreşa Jinan a Rojava de, bi modela jina azad û civaka azad êdî hatiye îspatkirin ku modernîteya jinan a demokratîk weke alternatîfekê derketiye pêş û ji hemû cîhanê re bûye çavkaniya îlham û hêviyê. Dîrok, li ser xaka Mezopotamyayê şahidiya jinûvezindîbûna jina azad û bihara jinan a li hemberî zivistana tarî ya pergala serweriya mêran, dike û tespît û pêşbîniya Rêber Apo ya ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala azadiya jinan’ pêk tê. PKK ku di pêşengtiya tevgera me ya jinan de, bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya dûr û dirêj ku xwe dispêre 50 salî, hebûn, çareserî û azadiya pirsgirêka Kurd ji xwe re kiriye armanc û li sînorên ku lê ser ava bûye, derbas bûye û li seranserê cîhanê belav bûye. PKK ku li gel banga Rêber Apo erka xwe ya dîrokî bi cih aniye, dê bi esasgirtina destkeftiyên ku di berjewendiyên jin û gelan de afirandine, li ser bingeha jinûveavabûn û avakirina civaka demokratîk meşa xwe ya ber bi azadiyê ve bidomîne.
Bêyî jinan aştî û demokratîkbûn ne pêkan e
Ji bo serkeftina ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’ beriya her tiştî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên xebitîna azad, bi avêtina pêngavên yasayî û hiqûqî yên hewce û avakirina zemîna siyaseta demokratîk erk û şertên pêvajoyê yên teqez in. Agirbesta ku piştî banga dîrokî ji aliyê Partiya me PKK’ê ve hate îlankirin jî ji aliyê pêşketina vê pêvajoyê ya bi awayekî serkeftî ve zemîneke gelekî girîng ava kiriye. Li ser vê zemîna ku derketî holê, divê hemû pêkhateyên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevlî vê pêvajoyê bibin û banga dîrokî ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ di nava hemû civakê de cih bigire. Bêyî jinan aşitiya civakî û demokratîkbûyîn pêk nayê. Heta ku hişmendî û nêzîkatiyên serweriya mêran ên li hemberî jinan û azadiya wan neyên guherîn û pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin ne pirsgirêkên demokrasiyê ne yên azadiyan û ne jî yên ekolojîk û aborî tên çareserkirin. Têkiliyên gelên Kurd, Tirk, Ereb û Faris ên ku ev du sed sal in bi komployên hêzên serweriya mêran a modernîteya kapîtalîst xirab bûne, dê girêdayî bingeha jinûveavabûna civaka demokratîk, aşitiya birûmet û çand û têkoşîna azadiya jinan pêk were.
Xweparastin bi civaka demokratîk e
Îro li sernaserê cîhanê, li hemû parzemînan û li Rojhilata Navîn êrîşeke serweriya mêran a dijwar heye û li hemberî van êrîşan jî ji aliyê jinan, tevgerên jinan, dostên me yên jin û xwîşkên me ve têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi saya hebûna têkoşîna jinan, exlaq, çand, hêza jiyanê û eşqa ku ji aliyê jinan ve tim zindî tê girtin, îro cîhana me û mirovahî nefeseke rehet distîne. Armanca Aşitî û Civaka Demokratîk, îdealên jiyana azad û bedew, mezintirîn xeyala hemû jinan, dayikan û ciwanan e. Pêngava me ya ‘Em bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Şoreşa Jinan ve dimeşin’ girêdayî avakirina civaka demokratîk û parastina nirxên şoreşa jinan berdewam dike. Weke jinan em dikarin bi zindîkirina Civaka Demokratîk û serhildana li hemberî serweriya mêran a li her derê, pergala konfederal a jinan ava bikin. Xweparastina me bes bi Aşitî û Civaka Demokratîk pêkan e. Girêdayî vê yekê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî bang li hemû jinan dikin ku bi şîara ‘Bi Avakirina Civaka Demokratîk, Werin Em Hemû Rojan Bikin Roja Jinan’ berê xwe bidin qadan û li hemberî serweriya mêran têkoşîn, hişmendî û birêxistinbûna xwe mezin bikin. Li ser xaka Mezopotamyayê bihara ku ji aliyê têkoşîna me ya jinan ve hatî afirandin, mizgîniya vejîna jinan ya weke rojê dide. Girêdayî vê yekê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedakar a Cîhanî li hemû jinan pîroz dikin û serhildan, kelecan û berxwedana wan parve dikin.”
BEHDÎNAN