- Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) a Amedê parêzer Berdan Acûn biryara DMME’yê ya têkilî Rêber Abdullah Ocalan ku 2014’an bi bîr xist û got bingehê qanûnî yên girtina Ocalan nîne û berpirsyarî dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl.
MEHMET GULEŞ / MA / AMED
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) Berdan Acûn anî ziman ku biryara DMME’yê ya sala 2014'an, ji bo azadiya Rêber Ocalan bingehek hiqûqî ava kiriye û got ku ger derî ji bo aştiyê bê vekirin wê pirsgirêk bi sererastkirineke hiqûqa navxweyî çareser bibe.
Îmralî cihê kontrola şerê taybet e
Acûn bi bîr xist ku Girtîgeha Îmraliyê ya ku di sala 1999'an de Rêber Ocalan lê hat bicihkirin ji kontrola Wezareta Dadê hatiye derxistin û bi temamî veguheriye qada "şerê taybet" a di bin kontrola Serfermandariya Giştî de û got ku bi vî rengî pergaleke ku çûnûhatin bi sepaneke taybet ve hatiye girêdan û pêwendiya bi derve re hatiye qutkirin hatiye avakirin.
Wezareta Dadê bersivê nade
Acûn her wiha diyar kir bi salan e li Îmraliyê "tecrîda mutleq" hatiye danîn û destnîşan kir ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parêzvanên mafên mirovan li dijî vê rewşa li Îmraliyê têdikoşin.
Acûn bi bîr xist ku di sala 2022’yan de 300 parêzerên ji Ewropayê û 700 parêzerên ji Rojhilata Navîn ji bo Abdullah Ocalan bibînin serî li Wezareta Dadê dane û got, “Herî dawî di 22’yê Çile de ji 35 baroyên cuda yên Tirkiyeyê hezar û 330 parêzeran xwest ku bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Me serî li Wezareta Dadê ya Tirk da, lê wezaretê heta niha serlêdana me nebersivandiye. Tecrîda li ser birêz Ocalan hê jî didome.
Tecrîd neçareseriya pirsa Kurd e
Berdan Acûn diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê nîşaneya israra polîtîkayê ya neçareserkirina pirsa Kurd de ye ku ji avabûna komarê heta niha berdewam dike. Acûn dîsa diyar kir ku tecrîd ne tenê bi Îmraliyê re ne sînorkirî ye, di heman demê de pêşîgirtina li berdana girtiyên nexweş û berdana girtiyên siyasî yên ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tên astengkirin e jî û got ku têkoşîneke berfireh divê û pêwîst e bertekeke mezin bê nîşandan."
Acûn bi bîr xist ku bandora Abdullah Ocalan a li ser çareseriya pirsa Kurd di salên 2013-2015'an de hatiye dîtin û got: "Rabûna li dijî tecrîdê tê wateya alîgirê aştiyê. Ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, divê astengiyên li pêşiya birêz Ocalan bên rakirin."
Bingehê hiqûqê ya girtina Ocalan nîne
Acûn biryara DMME’yê ya sala 2014’an ya têkilî Rêber Ocalan bi bîr xist, abi çarçoweya ‘’mafê hêviyê’’ û got,’’ . Ji ber ku biryara DMME'yê ji bo azadiya birêz Ocalan binesaziyek çêkiriye, berpirsyarî dikeve ser milê rêxistinên mafên mirovan, baro û parêzvanên mafên mirovan. Hêla wê ya siyasî li aliyekî, ev pirsgirêk pirsgirêkeke hiqûqî ye. Şert û mercên girtinê yên birêz Ocalan ku 25 sal in înfaza wî didome, êdî bi awayekî qanûnî ji holê rabûye."