Bi pirtûkekê serpêhatî û trajediyên Kakeyiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Mijdar 2022 - 04:20

  • Pirtûka “Trajediya Kakeyiyan a li deverên bi nakok ên Iraq” ji aliyê Dr.Kristiina Koivunen û Hisên Talebanî ve hatiye nivîsandin

Li Helebce bi merasîmekê pirtûka “Trajediya Kakeyiyan a li deverên bi nakok ên Iraqê” hat nasandin.

Di saetên êvarê de li Salona Siyaçemane ya Helebce bi amadebûna gelek nivîskar û kesayetan pirtûka “Trajediya Kakeyiyan a li deverên bi nakok ên Iraq” ku ji aliyê Dr.Kristiina Koivunen û Hisên Talebanî ve hatiye nivîsandin, hate nasandin.

Derbarê naveroka pirtûkê de Hisên Talebanî ji axivî û got, “Fikra nivîsîna vê pirtûkê di sala 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrişê ser deverên bi nakok ên Kakeyiyan ên li Kerkûk, Xaneqîn û cihên din kir û fermana kuştina Kakeyiyan derxist, bi min re çêbû.”

Talebanî diyarkir li hin deverên nêzî Kerkûkê li hin gundên Kakeyiyan tenê du mal di gund de mane. Talebanî got, “Bi awayek pilankirî dixwazin Kurdên resen ên Kakeyî ji deverê bidin koçberkirin. Ev jî ji aliyê Erebên şoven ve tê kirin, dixwazin Kurdan ji deverê dûr bixin. Ev trajediyên bi serê Kakeyiyan hatine hemû bi dûr û dirêjî di pirtûkê de hatine behskirin.”

 

ROJNEWS/HELEBCE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.