- Karamus diyar kir ku bi Yekîtiya Parlementeran re protokolek îmze kirine û ew ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi hev re bidomînin û got: "Xwestekên me yek in. Di vî warî de em hemfikir in. Jixwe tevahiya fraksiyonan di nava yekîtiyê de cih digirin."
Hevdîtinên şandeya KNKʼê li Başûrê Kurdistanê bi partî, rêxistin, kesayet, sazî û dezgehan re didome. Li ser hevdîtin û danûstendinan me ji Hevserokê KNKʼê Ehmed Karamus pirsî û wî ji me re da zanîn ku bi Meclîsa Parlementeran a Başûrê Kurdistanê re civiyane, bi komîsyonên wê hemûyan re danûstendine û bi wan re li hev kirine, tevî partî û rêxistinan hemûyan 21ʼê mehê online konferansekê pêk bînin.
Karamus diyar kir ku bi Yekîtiya Parlementeran re protokolek îmze kirine û ew ê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bi hev re bidomînin û got: Xwestekên me yek in. Di vî warî de em hemfikir in. Jixwe tevahiya fraksiyonan di nava yekîtiyê de cih digirin.
Karamus der barê xebatên rojên bê de jî agahî da û got: “Em difikirin ku pêşî bi herdu partiyên mezin ên Başûr re hevdîtinê bikin. Me ji serokê giştî yê PDKʼê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Yekîtiyê re name şandin û daxwazên xwe pêşkêş kirin. Jixwe hevdîtinên me bi partiyên din ên siyasî, sazî û dezgehîn sivîl, rewşenbîr û kesayetan re didomin. Em ê deh rojên din li vir bimînin û bernameya xwe temam bikin.”
Karamus bi taybetî destnîşan kir ku ew di hevdîtinan de li ser du xalên sereke radiwestin û ew jî yek; ji bo şerek neqewime tedbîr bêne girtin ya diduyan jî ew e, ji bo çareseriya pirsgirêkan zemînê diyalogê were amadekirin û got: “Ev daxwazên me yên lezgîn in. Bêguman hevdîtinên me yên din jî hene. Di hevdîtinan de em gihiştin wê encamê; piraniya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, sazî û dezgeh, xelkê sivîl û akademisyen teqez şerekî navxweyî naxwazin.”
POLÎTÎKAZAD